Cîhan

Jin dest datînin ser rêxistineke cîhanî

Li gor lêkolîneke Navenda Pew desthilata jinan ya li nava Hevpeymaniya Bakûrê Atlas geşkiriye û bi awayek %40 fermanberên jinin û %25 postên Nato jî ji aliyê jinan ve tê birêvebirin.

Navenda Pew ya Lêkolînê di derbarê Rojhilata Navîn, li raporek da ronahî dixe ser nebûna rola jina li artêşa Rojhilata Navîn û li beşekî lêkolînê de behsa rola jinan ya li Hevpeymaniya Bakûrê Atlas ya naskirî bi Nato dike ku bi girîngtirîn saziya berevaniyê ya li cîhanê de tê zanîn.

Li raporê de dibêje li sala 1961 jin çûye nav rêzên artêşê li welatên endamên Nato û wê demê tenê hejmara wan 30 hezar kes bû. Lê belê li sala 2001 gihîşte 288 hezar kesan. Li sala 2018 rêjeya jinan li Hevpeymaniya Nato gihîşte % 40 û li gor raporê % 25 postên girîngên Nato bi destê jinane. Ji bilî wê jî 16.8 postên serbaziyên cîhanê ji aliyê jinan ve têne birêvebirin.

Back to top button