Polîtîk

KNK derewên ANF eşkere dike

Dr Kemal Kerkukî li ser navê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd di derbarê nûçeyeke ne rasta ANF ku qaşo (Lîjneya Amadekarê Kongreyê bersîva Serokê Herêmê daye) bi navê Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd hatiye belavkirin nerast da zanîn û daxuyaniyek belav kir.

Kerkukî di daxuyaniyê de wiha da zanîn.Îro 14.09.2013 demjimêr 03:23:48 babetek bi navnîşanê (Lîjneya Amadekarê Kongreyê bersîva Serokê Herêmê da) bi navê Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd, li malpera Firat News (ANF) hatiye belav kirin.

Her wiha berdewamiya daxuyaniyê de hatiye zanîn: Li vî derbarî de bi girîngî dizanîn welatiyên serbilindê Kurdistanê agahdar bikîn ku ne Komîteya Amadekar û ne Sekreteriyeta Komîteya Amadekar tu ragihandinek di vî derbarî de û bi vî awayî belav nekirine, ew babeta ku hatiye belavkirin bi tu awayekî ne raya Komîteya Amadekar û ne raya Sekreteriyeta Komîteya Amadekarê Yekemîn Kongreya Neteweyî ya Kurd e.

Daxuyaniyê de Kerkukî wiha dide zanîn: Li babetê de balkişandiye li ser wê yekê ku doh lîjneya Amadekar vê daxuyaniyê belav kiriye, lê belê ji bo zelaliyê û zanyariyên zêdetir (04/09/2013) heta niha Komîteya Amadekar kom nebûye, hemû aliyekî radigihînîn her kes û aliyek vê babetê bi vî awayî belav kiribe, tenê nûnerê raya wî kesiye, û Komîteya Amadekar jî tu daxuyaniyeke bi vî rengî belav nekiriye.

Back to top button