Kitêbên nû yên Kurdî li Parlementoya Îranê
Kitêbxaneya Parlamentoya Îranê pîsporek ku şarezayê zimanê Kurdî ye şandiye Başûrê Kurdistanê ku kitêbên nû yên Kurdî yên di derbarê zanista siyasî, dîrok, felsefe, wêje û edebiyat û yasayê de derketîne bikire.
Zari Bidkî Birêvebirê Beşa Kitêbxaneya Parlementoya Îranê di daxuyaniyeke de gotiye: Li asta yekem de 450 kitêb di derbarê zanista siyasî, dîrok, felsefe, wêje û edebiyat û yasayê de kirîne. Her wiha Pêşangeha Kitêbxaneya Zanîngeha Silêmanî û Weşanxaneya Jîn jî hinek kitêban wekî diyarî pêşkêşî parlementoya Îranê kirine.
Her wiha Bidkî daye zanîn ku ji 4 kovarên cûda cûdayên Kurdî yên di derbarê zanista siyasî, dîrok, felsefe, wêje û edebiyat û yasayê de hatine diyarî kirin û kovara Beyan û Raman jî 200 hejmarên xwe diyariya wan kirine.