Li bajarê Qamişlo (2016 09 30 de) ji aliye alîgirên Encûmena Nîştîmanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) xwepêşandanek hate lidarxistin û daxwaza azadkirina endamên girtî yên ENKSê hate kirin.Alîgirên ENKSê li pêşiya Mizgefta Selman Elfarsî ta li taxa Entiriyê di xwepêşandana kul i darxistin de daxwaza berdana 37 girtiyên, di zîndanên PYDê de kirin.Hat zanîn di dema xwepêşandanê de hêzên asayiş bi ser PYDê 2 kesên din binçavkirin.Herweha di dema xwepêşandanê de jî endamekî PYDê êrîşî xwepêşandêran kir û ligel Endamê Encumena xwecihî ya Rojhilatê Qamişlo Hêvîdar Ebas, bi şer hat.Heta niha jî zêdetirî 37 girtyên ENKSê di zindanên rêveberiya Xweseriya Demokratîk de ne û hê jî nehatine dadgehkirin.Rojavanews
Pêş
28/10/2026
Gava hatî avêtin bi temamî li dijê “Peymana Şingalê” ye
28/10/2026
Lahur Şêx Cengî û Polad Şêx Cengî di girtîgehê de edeyek taybet de dimînin
Têkildar
Balkêş e ?
Close


