Nivîsar

Kirîza xwe îdarekirina YNKê

Endamekê mekteba rêxistina Yekêtiya Niştimaniya Kurdistanê di nivîseke xwe de behsa kirîza nav YNKê dike û dibêje: ”Baskê dixwest kongre paşbike ku, xwe wek piranî nav dikin, îradeya çareseriya kirîza xweîdarekirina nav YNKê nîne û mixabin, ev hêze ber bi şikestineke din a serdema  demokratîk û serdema hilbijartinan diçin.”

 

Abdula Yunis endamê ofîsa merkeziya rêxistina YNKê di nivîsa xwe de ku, di malpera NRT de li jêr navê (kirîza xweîdarekirina YNKê)  hatiye weşandin dibêje ku, ew hevalên serkirdayetiyê dikin û kongireya YNKê  paşxistin ew di nav serkirdayetiyê de piranî ne. Ew bask baskê konservatîv e û ew bask siyaseta moderin û pirsa nûbûna YNKê bo ser cî û posteyên xwe metirsî dibînin û lewra rê li pêşiya modernekirin û nûkirina siyaseta YNKê digirin.

Back to top button