Cîhan

Herêma Kurdistanê ket rojeva Spaniyayê

Li bajarê Barşalona li Spaniyayê, Felah Mistefa berprisê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê, hevrê digel Daban Şadele nûnerê hikûmeta Kurdistanê yê Spaniyayê, serdana senterê Barşalona bo karûbarên navdewletî kir û digel hijmareke diplomatkar, berprisên hikûmî, akademîk û rojnamevanan civiya.

Mistefa, beşdarên civînê li ser siyaseta hikûmeta herêma Kurdistanê peyrew dike, rewşa îroya herêma Kurdistanê, statuya kurdan li Îraqê û Rojhilata Navîn û nakokî û milmilanên li deverê hene, agadar kirin.

Berprisê têkeliyên derve behsa dîroka berxwedana gelê kurd û ew bûyer, tawan û karesatên ji aliyê hikûmetên Îraqê yên berê bi ser gelê Kurdistanê de hatine kir û got ku, lê îro herêma Kurdistanê di hemû waran de gelek pêşketiye û piştî jinavçûna rijma diktatora Îraqê, herêma Kurdistanê destkeftiyên mezin bidest xistine, bi taybetî di warê aborî, îstîqrar û emnî de gelek pêşkeftin çêbûne. Giringtirîn ew xalên hikûmeta herêma Kurdistanê tekîdê li ser dike zelalkirina siyaset û nasandina realîteya îro ya herêma Kurdistanê û anîna welatên biyanî bo herêma Kurdistanê ye, û heta îro 31 nûnerên welatên biyanî li herêma Kurdistanê hene.

Di berdewamiya axaftina xwe de, Felah Mistefa behsa rewşa penaberên rojavayê Kurdistanê yên li herêma Kurdistanê û ew koçbarên erb û mesîhî yên ji deverên din yên Îraqê, ji naverast û başûrê Îraqê, ji ber şidet û teroroê hatine herêma Kurdistanê kir û got ku, nuha zêdetir ji 250 000 penaberên surî li herêma Kurdistanê hene, ji bilî malpatên ereb û mesîhî ku, ji deverên din yên Îraqê hatien herêma Kurdistanê.

Mistefa behsa têkeliyên herêma Kurdistanê digel welatên cîran û bi taybetî digel Tirkiyeyê kir û got ku, ji sala 2008ê vir de têkeliyên herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ber bi başiyê ve diçin û piştî serdana serok Barzanî bo Amedê ew têkelî ketin di qonaxeke nû de. Wan têkaliyan wisa kir ku, pirsa kurd li Tirkiyeyê bi eşkereyî bê behis kirin û pêvajoya aşitiyê pêşkeftineke ber bi çav dîtiye.

 

Pirsa aboriya Kurdistanê mijareke din a civînê bû, berpirsê têkeliyên derve  got ku, herêma Kurdistanê bi budceya 37 milyar dolar piroje encam dane û vê yekê bala sermayedarên biyanî bo ser herêma Kirdistanê kişandiye. Nuha nêzîkî 2600 kompaniyên di warê cuda da li herêma Kurdistanê kar dikin.

Back to top button