Dosya

Kirîna çekê giran pêngaveke din ber bi serxwebûnê

Li gor çavkaniyên mediya cîhanî, berpirsênn herêma Kudistanê di serdanekê de bo Amerîkayê daxwaz ji Kongresa Amerîkayê kiriye ku, ka çawa ew çekî bi herêma Taywan a ser bi Çînê ve difiroş in, bi heman awayî çekî bi herêma Kurdistanê jî bifiroş in û gelek çavdêrên siyasî dibêjin kirîna çekê giran pêngaveke din a ber bi serxwebûna başûrê Kurdistanê ye.

Berprisên başûrê Kurdistanê lêdixebitin ku, çekê giran û pêşketî ji Amerîkayê bikinrin daku, pêşmegr bikaribe xwe ji êrîşên çekdarên DAÎŞê biparîze.  Ji berku, niha hijmareke bajar û bajarokên Îraqê di destê çekdarên DAÎŞ de ne û tixûbek dirêj û berfireh digel herêma Kurdistanê heye.

Rojnameya Wetan a Siudiyê di raporeke xwe de behsa kirîna çek dike û dinivîse: ”Roj li pey rojê xwesteke ber bi cudabûnê ve û damezrandina herêmeke taybet ji aliyê kurdan ve bihêz dibe. Destpêkê kurdan, bêy hikûmeta Bexdayê, dest bi firotina nefta herêmna Kurdistanê kir. Niha jî kurd zixtê li Amerîkayê dikin ku, ji bona rûbirûbûna çekdarên DAÎŞ çekê giran û pêşketî bi kurdan bide.”

Ajansa nûçeyan Reuter jî di nûçeyeke xwe de diyar dike ku, berpirsên amerîkayê, ji ber metirsiya DAÎŞê bo ser Îraqê, berdewam dibin digel Hewlêr û Bexdayê ji bona bihêzkirina hevahengiya di warê emnî û serbazî de.

Li gor rojnameya Şerqulewsat a erebî, di destpêka meha tîrmeha borî de berpirsên başûrê Kurdistanê serdana Amerîkayê kiribû û ji bona bihêzkirina hêzên xwe yên leşkerî,  daxwaza çekên giran û pêşketî ji berprisên amerîayî kiribû.

Ew rojname dide xuyakirin ku, berpirsên herêma Kurdistanê ji Kongresa Amerîkayê re gotiye ku, ka çawa Amerîka çekî bi herêma Taywan a ser bi Çînê difiroşe, bi eynî awayî bi herêma Kurdistanê jî bifiroş e.

 

Rojevakurd/KNN

Back to top button