Civak

Di mehekê de 1711 kes hatine kuştin

Neteweyên Yekgirtî di raporekê de dilgiranî û xemgîniya xwe li hember zêdebûna himara kuştî û birîndaran li Îraqê diyar dike û dibêje ku, rewşa Îraqê metirsîdar e.

Nûnerê Neteweyên Yekgirtî bo karûbarên Îraqê (UNAMI) di raporekê de hijmara kuştî û birîndaran li Îraqê di nava mehekê de diyar dike û dibêje ku, di meya borî, tîrmehê, de ji sedema şidet, şer û pevçûnan 1711 kes li Îraqê hatine kuştin û 1978 kesî hatine birîndar kirin.

Li gor agahiyên Neteweyên Yekgirtî di nav kuûtiyan de 1186 hevwelatiyên sivîl in û 551 kes jî ji hêzên emniyên Îraqê ne.

Back to top button