”Kir” û ”kar”´a Kurdî nekin ”ker”a Farisî!
Vê nezanîya hanê mala me xeritandiye, û hêjî haya me ji me tune ye, û hêjî bi bersivekî zirtebozîyê [”de here lo!”, ”de heyra, va weha dinivisînin, ma qey xelet e?”-”wey maşalla!”… ] Ma ew dê bersivên nezana çi bibe?
Bi rastî jî, meriv çiqasî hînê tişta dibe, hewqas zêdetir bi nezanîya xwe dihise. Loma ez bi hêsayî dikarim bibêjim; ”Zanînnasî hikumranî ye”.
Em, bi destên xwe malik li Kurdî xerab dikin. Bi seda mînakên xerabkirî henin. Bi mînakekî pir hêsa, li ser ”kir” û ”kar”´a Kurdî ku bi çi awayî û gelo çima dibin ”KER”???
Çawa ku di gotepîrekî(gotinên pêşîya) da jî xwe nîşan dide; ”Çêkiro bi xwe kiro, xerabkiro bi xwe kiro!” Li vê derê jî pir eşkera dîyar dike ku peyva ”çêkir/o” nabe ”çêkEr/o” û her weha peyva ”xerabkiro” nabe ”xerabkEr/o”, û dîsa her weha peyva ”kir/o” nabe ”kEr/o”.
Çima gelo van peyvên jêrîn […];
[Belakir–Barkir–Karkir-Dagirkir–Talankir–Qirkir–Verêkir-Derewkir] dibin; … [bela+ker–barker–karker-dagirker–talanker–qirker–verêker-derew+ker…]*(Ez jî di nivisekî xwe ya berê da, bi şaşîtî peyva dagirkir wekî ”dagirker” bi kar anîye, ji xwendevana lêborîna xwe dixwazim.)
Hew tenê wekî peyva ”leş+ker! ji Farisî ketiye Kurdî û wekî xwe maye, lê yên din tev çêkirî û xerabkirî ne. Ew jî ji sedema ”kerdim´a” Farisî ye, ku di Kurdî da jî wekî ku herkes dizane, kerdim`a Farisî ”kirin”`a Kurdî ye.
Bi Farisî; Amade ker+dim. (Min amade kir). Ti Kurdekî nabêje ”Min amade ker”
Kurm.; Sor.; Farisî;
Min kir. Min kir+dim. Men ker+dim.
Min kir+iye. Min kir+dûme. Men ker+deam.
Min kir+ibû. Min kir+dibûm. Men ker+debûdem.
(Kar+kir(kar dike) Îş+ker Kareger/karkerd)
a- Wekî li vir jî tê xwanêkirin, bêjeya ker ji Farisî tê(Maşîn kar kerd). Bila ku di Kurmancî û Soranî da bêje kir e(Makîne kar kir; Maşîn kar kir/Maşîn kar dike), lewra jî dibê ku Kurdîniviskar, nav û rnd.´ên Kurdî ku bêje/pêkir bi kir û kar dest pê dikin, pirtikên navdêra nekin (…+ker).
b-Kar; Çima gelo van peyvên jêrîn […] dibin;
Cot+kar-Sexte+kar-Maden+kar–Xebat+kar–Paqij+kar–Texsî+kar–Êriş+kar–Hîn+kar–Fêr+kar–Perwerde+kar-Derew+kar…; dibin;
[cotker–sexteker-madenker-xebatker-paqijker-texsîker-êrîşker-hînker-perwerdeker-fêrker…] Lo, hê di stranên Kurdi da ”Karkir û cotkar” dijîn…hê nebûne û ew dê nebin ”Karker û cotker”…bêlome be!!!
”Kawayê hesinkar” Çima dibe??? ”hesinker”…
[ Kedkar/Kedkir(emekçi) û Karkir(işçi) ] Çima dibin??? [ kedker û karker]
De ka çika li derewkar û derewkira binêhêrin; Giranîya Kurda dibêjin; ”derew+ÇΔ..Wekî di nivisên berê da jî me vegotibû; +ÇÎ, ci´ya Tirkî ye, ji Tirkî ketîye zimanê me. Vê carê, ger meriv bibêje ”derew+çî” heta derecekî dîsa ”pêketî” bû, lê qaşo rastkirin û Kurdîkirina vê peyva hanê wekî ”derew+ker”, hin zêdetir nezanîya meriva tîne holê. ”Nav û navdarî” qaşo heye, lê wey heram be… Loma dibê ku, gere yan ”derewkir” yan jî ”derew+kar” be, bêşik û bêguman.
Em dê hinekî li ser mînakekî cûda bisekinin; –”Vir û tir”– Baş e, me vir û tir´a fam kir; lê me virO û tirO´ya fam nekir! Berîya her tiştî ev du peyv jî nexwe vir û tir, hem navdêr in, hem jî rengdêr in(li gorî bikaranînê). Vir; avêtok û ya nerast e. (Ew vir e, rast nîne.)-Virek; Kes e.(Ew virek e, rast nabêje.)-Di formata bangkirinê da; Virekê/o—Vireknê/no— û ji teva ra jî; ”Virekna!” rast in. Yan jî ji bû peyva ”tir” jî; Tirekê/o—Tireknê/no— û ji teva ra jî; ”Tirekna!” rast in. Formatên dinê wekî ”viro-tiro” hew avêtok in, û neserwextbûyin e, nexwe nezanî ye(fenî Kurd ên bajêrî, lê bi zarava Tirkîzakirî; ”he birê min, o tiroya bax hele!”… )
(Meriv bi nezana ra nezan dibe!)- Di bin dewlemendbûna pirtikên Kurdî da gelek nezan dixerifin, û ji xwe nizanin çi dinivisînin û ew dê bi çi awayî bi kar bînin!!!)
Rastî, giranbiha ne…
Qet pêwist nake ku meriv xwe bînteng û tengezar bike, ne wulo ye?!
2020/09/04
Î. Can