Serokê CHPê Kemal Kiliçdaroglu di T24ê de, li ser rojeva siyasî axivî.Kiliçdaroglu îdia kir ku; Desthilatê nekarî HDPê bi aliye xwe ve bibe, ji bo vê hewl dide ku partiyek din bi navê Kurda ava bike û HDPê parçe bike.
Di daxûyaniya xwe de serokê CHPê dibêje: Me Tifaqa Milet di dema hilbijartina de avakir, di protokola me de armanca me,pêkanina demokrasiye, mafê mirova, dadgehên serbixwe û azadiya çapeniyê bû.Lê desthilat fikirî ku, gelo ji bo desthilata xwe berdewam bike,divê çi guhertinên qanunî pêkbîne da ku desthilatdariya xwe ji dest nede. Ji bo vê projeya xwe bêxe jiyanê de pêwist bu MHPê îkna bike. Eger ev helwesta desthilatê bi vî awayî berdewam be, dê hêzên demokrasixwaz jî bene ba hev. Yanî hilbijartinên li pêşîya me de, dê du alî hebin. Yek aliye otoriter, duyem aliye demokrasîxwaz.
Kiliçdaroglu berdewamiya daxûyaniya xwe de dibêje: Yên demokrasiye dixwazin armancek wan hevbeş heye. Ew jî, rejimek bi hêz a parlementerî ye. Ev nayê wateya ku em li ya kevin vegerin. Divê ji bo li vî welatî krîzên din dernekevin, em bi desturek nûjen sistema parlementeriyê bi cih bikin. Davutoglu û tim a xwe di vê derbarê de karek baş kirine.Em jî di nava xebatekî de ne. Ev yek ji aliye IYI Partiyê û Partiya Saadetê ve jî tê qebûl kirin. Babacan jî parlementerizmek bi hêz diparêze.
Kiliçdaroglu dibêje: Ez di vê baweriyê de me dema li pêşîya me de , dê ev aliyên wek hev ji bo demokrasiye difikirin werin ba hev û pêwiste em hemû di vê derbarê de kar bikin û hewlbidin ku werin ba hev.
Kiliçdaroglu îdia dike ku hinek agahdarî destve anîne û dibêje: Desthilatê nekarî HDPê bi aliye xwe ve bibe ji bo vê hewl dide ku partiyek din bi navê Kurda ava bike û HDPê parçe bike. Hewldan hene ku li gel Îmralî hevdîtina bikin. Di encam de ev yek serdikeve yan na, em nizanin. Lê dibêjin ku sedemek ya Demirtaş di girtigehê de dihêlin ev e. Demirtaş dikare bibe kandîdatê serokkomariye, lê di girtigehê de ye. Hun ji vê re jî dibêjin demokrasi.
Serokê CHPê dibêje ku; Qesir dixwaze partiyên nû avabike da ku tifaqa me parçe bike. Gelek hewldan ku Tifaqa Milet parçe bikin lê nekarin. Niha jî bi avakirina partiyên nû hewldidin vê parçebûnê bikin. Nabê kesek demokrasixwaz bikeve di vê xefkê de.
Ji berî niha demekî serokê CHPê di kanala televizyon a KARAR de gotibû: Dixwazin Tirfaqa Milet parçe bikin. Ji bo partiyek kurd ku bibe bedilê HDPê hewldidin avabikin.Ez vê yeke dizanim. Ji bo partiyek cuda avabikin,pereyek mezin serf dikin û dibêjin: Perê hazire werin.