PolîtîkRojev

Kiliçdaroglu: Erdogan ji bo bikaribe bibe berbijêr dê parlementoyê fesih bike

Li Tirkiye berbijêriya tayib Erdogan ji bo serokkomariyê tê gotubêj kirin. Li gora qanuna heyî kesek 3 cara ser hev nikare bibe serokkomar. Kesek bi tenê 2 cara dikare bê hilbijartin.

Niha Erdogan du cara hatiye hilbijartin ,lê piştî cara yekem hatî hilbijartin qanun hatiye guhertin. Erdogan dibêje ku, hêja Carek din mafê wî heye bibe berbijêrê serokkomariyêç Lê muxalefet ê beşek hukukzan dibêjin ku Erdogan nikare bibe serokkomar. Li vê derê xalek gelek girîng heye; eger Erdogan parlementoyê fesih bike ê hilbijartinên awarte pêkwerê ,hingê dikare bibe berbijêrê serokkomariyê.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu daxûyaniyekî de dibêje ku, ji bo Erdogan bikaribe bibe berbijêrê serokkomariyê,wê parlementoyê fesih bike û hilbijartinên pêşwext pêkwere.

Serokê CHPê Kiliçdaroglu li Îzmîrê civibnek a partiya Xwe de axivî û got: Ji bo Erdogan bikaribe bibe berbijêr rêyek heye ku parlementoyê fesih bike. Niha Erdogan dibêje, dê hilbijartin di dema hatî diyarkirin de çêbibin, lê ne raste ew xwe ji hilbijartinek pêşwext re amade dike. Emê jî hilbijartinek pêşwext de Erdogan şaneşîn bikin.

Back to top button