Kiliçdaroglu: Em bi biryar in pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin
Wekîlê Kurd ê partîya CHP Sezgîn Tanrikûlû pirtûkek bi navê “Li min jî guhdarî bikin“ derxist û pêşgotina pirtûkê Serokê CHP Kemal Kiliçdaroglu nivîsand. Kiliçdaroglu di pêşgotina pirtûkê de got, “Çareserkirina pirsgirêka Kurd wê bibe yek ji gavên herî mezin yên ku me nêzî xewna Tirkîyeya demokratîk bike”.
Pirtûka Namzetê Amedê yê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Sezgîn Tanrikûlû ji alîyê Weşanên Scala ve hatiye çapkirin. Namzedê Serokomariyê yê Tifaqa Millet û Serokê Giştî yê CHPê Kemal Kiliçdaroglu, pêşgotina pirtûkê nivîsiye û tê de behsa çareserkirina pirsa Kurd dike. Kiliçdaroglu di pêşgotinê de wiha gotiye: “Çareserkirina pirsa Kurd ku yek ji astengên herî mezin li ber pêşketin, geşbûn û berfirehbûna welatê me ye, ji bo xewna Tirkiyeya demokratîk wê bibe yek ji gavên herî mezin ku me nêzîkî hev bike”.
Kiliçdaroglu diyar kiriye ku Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan tenê ji bo ku kursiyê xwe biparêze pêvajoya çareserîyê xerab kiriye. Kiliçdaroglu anîye zimên, wan destnîşan kiriye ku pirsgirêk ne li pişt derîyên girtî, bi lihevkirinek siyasî û civakî dikare bê çareserkirin. Çareseriya wê jî bi lihevkirinek hevpar a siyasî û civakî pêk tê.
Kiliçdaroglû dibêje, “Ji ber vê yekê me tevî hemû astengî, manîpulasyon û ajandayên veşartî yên hikûmeta AKPê ya ji bo çareserîya vê pirsgirêkê bi salan e, bi wêrekî û zelal pêşniyarên xwe yên çareserîyê pêşkêş kirin”. Kiliîdaroglu bi berdewamî dibêje, “Ji bo çareserîya pirsa Kurd me serê xwe danî ser vê mijarê. Ji bo çareserkirina vê pirsê em bi kefenê xwe ketin rê. Tayyîp Erdogan bi gotina, “Eger li ser vê rê pêwîstîya me bi jehrê çêbibe, emê jî vexwin”, tenê ji bo cihê xwe biparêze pêvajoya çareserîyê îstismar kir û ji bilî xwe hemû civak jehr vexwar. Bi salan e me bedelên mezin yên pêvajoya ku AKP jê re dibêje “pêvajoya çareserîyê” daye û em niha jî didin. Lê belê di wê pêvajoyê de me israr kir ku ev pirsgirêk li pişt derîyên girtî nayê çareserkirin, lê di TBMMê de ku îradeya gel tê de cih girtiye, bi mutabaqata siyasî û civakî tê çareserkirin. Di pêvajoya çareserîyê de me pêşniyarên zelal pêşkêşî meclîsê kir û em li pişt van pêşniyaran sekinîn. Wek doh jî em bi biryar in ku pirsa Kurd bi rêyên demokratîk çareser bikin, dawî li terorê bînin û hêstirên dayikan vemirînin. Ji ber ku ev pirs ne tenê ji bo welatîyên me yên Kurd, ji bo hemû Tirkîyê pirsek hevpar e û çareserîya wê bi lihevkirinek hevpar a siyasî û civakî pêk tê”.


