Dosya

Kîjan gruba xwînê zêdetir tûşî Kovid-19 dibin

Belavkirina zanyariyên bi navê pizîşkan û lêkolînerên zanistî bûye diyardeyekî berfireh. Hinek kompanya pere didin navendên lêkolînê ku lêkolînek encam bidin û li encamên lêkolînê jî ji bo nexweşî û kêşeyan bi başî pesnê berhema kompanyayan didin. Niha jî li serdema şewba Kovid-19 Korona de, rojane milyonan zanyarî têne belavkirin ku hîç ji wan piştrastkirî nînin. Yek ji wan jî eve ku behsa ewe dike, ew kesên grûpa xwîna wan li cûreya A ye zêdetirê hemû kesan tûşî Korona Kovid-19 dibin.

Ev zanyarî heta çi radeyê raste û pişta xwe bi kijan pêverê û zanyariyê girêdaye. Bêguman hîç diyar nîne û bi tevahî xeyaliye, madem wiha ye ji bo çi medyayên bawerpêkirî û bi nav û dengên cîhanê ketine nava wê şaşiyê û bi fermî belav kirin. Bi vî awayî jî xelk vediguhêzin torên civakî û li cem gelek kesan dibe cihê bawerpêkirinê ku zêdetirê kesên hilgirê wê grûpa xwînê ne tûşî Korona dibin û dibin qurbanî.

Li 11ê Adarê lêkolînerên Çînê dest bi lêkolînek di derbarê bandorên grûpên cûda cûdayên xwînê û çawayiya muamelekirina wê li gel şewba Kovid-19 kirin. Ji bo vê mebestê jî dû 2.173 tûşbûyan wekî mînakê lêkolînê wergirtin û xwîna wan mînakan birin taqîgehên pizîşkî heta ku lêkolînek li ser bikin.

Ewan xwestin vê yekê bizanin ku kesek lêkolîneke bi vî awayî nekiriye. Li encama lêkolînê de derket ku hilgirên grûpa xwîna A li piştî tûşbûnê, egera mirina wan zêdetire, beramber li gel tûşbûyên grûpên dinên xwînê. Wate dûbare babet pêwiste bi tûşbûna Korona ve, neku ewê hilgirên grûpa xwîna A zêdetir tûşî şewbê bibin.

Her çende encama lêkolînê bi vî awayî derket, lê belê zana piştrast nebûn û encama lêkolîna xwe jî bi fermî belav nekirin, lê belê paşê lêkolînerek van zanyariyan belav kir û zanyarî jî birastî belav nekir, belkû guhertinê li ser da kir û got ku hilgirên grûpa xwîna A zêdetir tûş dibin, lê belê eve bi tevahî dûre ji rastiyê.

Back to top button