Cîhan

Kî êrîşî Balyozxaneya Tirkiyê kir?

Doç. Dr Veysel Ayhan Serokê Navenda Lêkolînên Aştiya Rojhilata Navîn a Navdewletî û Pîsporê Somalî li gel radyoya Dengê Amerika rewşa siyasiya Tirkiyê li Somalî û Efriqayê nirxand.

Ayhan dide zanîn ku êrîşa li ser Balyozxaneya Tirkiyê ya Somalî wekî êrîşa meha nîsana derbasbûyî ya li ser karwana Kızılayê îmzaya rêxistina islamiya El Şebab heye.

Her wiha Ayhan da zanîn ku armanca Tirkiyê ya Afriqayê eve ku hêza xwe ya cîhanî pêş bixe nîşa hêzên din bide. Gelek welatên mezin li hember vê siyaseta Tirkiyê ya ji Vekirina Afriqayê nerazîne û ji bo çalakiyên Tirkiyê yên li Afriqa sînordar bikin rêxistinên bi vî awayî bikartînin. Eve jî ne veşartiye ku gelek dewletên bi hêz ji hebûna Tirkiyê ya Afriqayê bi gumanin.

Berdewamiya axaftina xwe de got: Ez bawer nakim ev êrîş çalakiyên Tirkiyê yên li Afriqayê sînordar bike, berevajiya wê dê pêşiya wê veke û Vekirina Afriqayê bihêztir bike û hêza Tirkiyê jî ya li Herêmê bi bandortir bike.

Back to top button