Vîdeo

Kî dibêje serhildanê li Suriyê dest pê nekiriye (Video)

Videoyek ku ji Deraayê hatiye dide xuyakirin ku serhildana wî bajarî bi rastî destpê kiriye. Di video de çend hezar kes li ber mizgeftekê dixuyin, ku bihev bang dikin „Parêzvanê wê dizê wê ye“, ango ew rêjîmê wekû dizek destnîşan dikin.

Agahiyên ku ji Deraayê ji sibehê ve tên, dibêjin ku xudanên zarokên girtî ji malbatên Abazêd û Zuubî kombûn û bi hev re berê de dan nava bajêr, li ser pirê peyayên rêjîmê êrîşî wan kirin, xwepêşanderan jî êrîşî polîsan kir û erebeke polîsan şikandin, gava polîs hîn tê de bûn. Erebe gava berûpaş de ajot ji bo ji nav wan dûr keve, wê pêl çend kesan kir.

Hejmara kuştiyên Deraa jî li gor çavkaniyên cuda gihaye şeş kesan.

Şehîdên ku ta niha hatien naskirin:
Husam Abd Alwalî Ayaş
Akram Cewabra
Ayham Alharîrî

Back to top button