Kî dewleta Kurdan naxwaze?
Nivîskar Ali Buran li ser malpera Newroz com nivîsek bi navê Kî dewleta Kurdan naxwaze? belavkiriye û nivîskar balê dikşîne li ser wan kes û aliyên ku dijî damezrandina dewleta Kurdistanê ne.
Buran dibêje: Li cîhanê de hemû mirov bi navê welatên xwe têne naskirin. Wekî mînak dema bibêjîn Fransî, welatê Fransa tê zanîn. Dewletên dagîrker û alîgirên wan li ser yek xalekî li hev dikin ku ew nehiştina damezrandina dewleta Kurdistanê ye. Başûrê Kurdistanê ku di warê aborî, siyasî, civakî de gelek pêşdikeve, ji aliyeke din ve dewletên dagîrker û kesayetiyên Kurd yên zilamên wan dewletên dagîrker bi hawarî bang dikin û dibêjin em dewleteke neteweyî naxwazin.
Her wiha nivîskar Ali Buran berdewamiya nivîsa xwe de dibêje: Wekî ku tê zanîn Ocalan jî demekî ji bo serkirdeyên Başûrê Kurdistanê gotibû, neteweperwerên kevneperest û Îsraîl dewleta xwe ya duyem radigihîne. Piştî van axaftinên Ocalan gelek siyasetmedar û ragihandina Tirkiye jî tiştên xerab dijî serkirdeyên Kurd belav kirin. Heman kesan dîsa di dema Kongreya Neteweyî de bi eşkere gotin em dijî dewletbûnê ne, eger başûr dewleteke serbixwe ragihîne, em alîkariya wê nakin û dijî wê jî şer nakin.