Kultur
Kesera Hamid Omerî derket!
Ji nivîsa pişt qapaxê:
Herçiqas Hamid Omerî bi aliyê xwe ê rexnegiriyê bal kişandibe ser xwe jî, lê ew şaîrekî ku bi ruhekî hunermendane gotinên xwe li hev dihûne, hûrik hûrik pê de diçe; bi keser, keserên xwe û me vedibêje û dibêje:
keser
tu bi kû de çûyî
ez bê êl mam
şerm bike keserê
bê êlî nabe
Hamid Omerî di sala 1977an de li Mezrêya Bismilê hatiye dinyayê. Bi eslê xwe ji Omeraya Farqînê ye. Li Unîversîteya Marmarayê rojnamegerî xwendiye. Li Stenbolê rojnamegerî û radyovanî kiriye. Niha li Stenbolê di saziyeke fermî de wek edîtor dixebite. Keser kitêba wî ya pêşî ye.
Hamid Omerî
Keser
Weşanên Nûdemê
Şiîr, 71 rûpel