Kesên xwedî wijdan dê bêjin erê
Rojane hûnermen, rojnemevan û rewşenbîr di derbarê referandumê de dîtinên xwe dibêjin û rengê dengên xwe didin kifşkirin. Di eniya na de piranî kesên kemalîst û kevne çep cîh digrin. Kesên dengê xwe weke erê didin kifşkirin wek pirsek civakî û etîk li meseleyê dinêrin.
Li gora nûçeya Klas gazete,hûnermendê sînemayî, derhinêr û bernemeçêkerê televizyona û showmen Kadir Çopdemir jî rengê dengê xwe eşkere kir.
Di derbarê Referandumê de Çopdemir dibêje: “ Ez perspektîva Yekitiya Ewropa re li bûyerên Tirkiye dinêrim. Ev guhertinên destûrê tê wateya ku, em ji destûrek leşkerî, militarist derbasî destûrek sivîl dibin. Herweha mihasebekirina generalên 12-ê îlonê ji bo min girîng e. Heçî kesê ku xwedî wijdan be divê di referandumê de bêje erê. Kesên ku dibêjin na ne xwedî wijdanin. Ezê bêjim erê.“