Abbas: Destpêkirina pêwendiyê şanseke
Serokê Filîstinê Mahmud Abbas di daxûyaniyekî de da kifşkirin ku, hevdîtina li gel Israîl ya jib o aşitiyê raste rast, şansek dîrokiye. Mahmud Abbas resepsiyonek da berpirsên diplomatic yên welatên cuda li Filistînê.
Di vê resepsionê de Abbas di derbarê aşitiyê û hevdîtinên ku li Amerîkayê li gel Israîl pêkwerin dîtina xwe got. Abbas: “ Ev hevdîtin bila berdewambûna hevdîtinên sala 2003-ê bin. Ev yek ji me jî jib o Israîl jî şansek mezine ku aşitî pêkwerê.Bila projeyên avakirina xaniyan li herêma Filîstiniyan bidin sekinandin.“
Wek tê zanîn wezîra Derve ya Amerîka Clinton, eşkere kiribû ku, dê 2—ê îlonê hevdîtin di nav Filistiniyan û Israîlê de li Amerîka destpê bikin. Li ser vê yekê, serokwezîrê Israîl Benyamin Netanyahu, daxûyanyek ya xwe de dabû kifşkirin ku; “ Li gel Filistîniyan aşitî zehmete, lê ne bê imkane“