Keşayê dêra Swêdî li ser êzidîtiyê çi dibêje
Keşayê dêra swêdî Anders Lithblom bi temenê xwe yê ser pêncî salî re ku, piraniya wî bi baldariya ol û tradîsyonan derbas bûye, diyar dike ku ew berya çend salan bi rasthatina hin kesên êzdî pê hesiyaye ku dînekî wiha heye:
– Beriya heft salan ez hatim û li dêra swêdî ya li Borlänge min dest bi wezîfeya keşatiyê kir. Li dêrê me şahiyeke kulturî amade kir û ez di tenişta çend zilaman de rûniştibûm. Bi zimanekî biyanî diaxivîn. Gava min ji wan pirsî bê ev çi ziman e û wan gotin kurdî ye û ew ji bakurê Îraqê ne. Yekser min got naxwe hûn misilman in. Nexêr, wan gotin ew ne misilman lê êzidî ne. Cara pêşî bi vî şêweyî ez pê hesiyam ku dînê êzidîtî heye.
Û bi naskirina êzidiyan, guhdarkirina teswîr û baweriya wan, şopandina rêwrismên wan Lithblom hin nuqteyên balkêş yên hevbeş ferq kirine.
Di dînê êzidîtiyê de eyn mîna dînên din yên xwedaperest nimêj, rojî û hec heye. Pîrozgeha wan ya herî muqedes gora Şêx Adî ya li başûrê Kurdistanê Laleşê ye. Li gor baweriya êzidî heft melekên mezin hene. Serekê van gişan jî Melekî Tawis e ku li gor baweriya êzidîtî wî dinya mîna hêkekê ji xwe afirandiye.
Ji bilî hin adetên berbiçav yên mîna dua, nimêj, rojî, pîrozkirina cejnan û h w d. awayê behskirina hin serpêhatî yan vegotinên dîrokî jî bala Lithblom kişandiye. Yek ji van Birahîm Xelîl e ku wek bavikê her sê dînên sereke yên li Rojhilata Navîn tê dîtin:
– Gava ez guhdariya teswîrên wan yên li gor tradîsyon û baweriya êzidî dibihîzim ez nuqte û temasên hevbeş dibînim. Hin cudahiyan jî helbet mirov dibîne û lêhûrbûna van tiştan heyecanê dide min. Hin hevalên min yên êzidî li vira ji min re gotin Birahîm em fêrî paqijiyê kirine. Birahîm di tradîsyona cihû, xiristiyan û misilman de jî heye û kesekî sereke yê pir girîng e. Wekî din hin hevalên êzidî bi serbilindî ji min re gotin, haya te jê heye bê yên ku çûbûne ciyê jidayikbûna Îsa kî bûn, newlo? Û gotin ew êzidiyên me bûn. Belê bi bihîstina tiştên wiha mirov kêfxweş dibe.
Keşayê xiristiyan Anders Lithblom dibêje ew bi heyecan li vî dînê ku wî nû keşif kiriye dinêre. Wekhevî bala wî dikişinîn û ew dibêje herçend kok yek be jî gelek caran şîroveya tradîsyonên olî guhertî ye.
– Gelek teswîr û çîrokên wek hev hene, teswîrên ku koka wan yek e, lê şiklê wan ji hev cuda ye. Wek nimûne serpêhatiye Nûh. Di dînê cihûtî, xiristiyantî û misilmantiyê de mar roleke mezin dilîze. Êzidî jî behsa mêr dikin, lê di êzidîtiyê de mar xwediyê roleke cuda ye. Li gor tradîsyona êzidî wextê şape rabû yê ku Nûh ji xerqbûnê rizgar kir mar bû. Û ev wekheviyên bi rengekî din bi min pir balkêş tên.
Di van salên dawî de hejmareke baş ya êzidiyan hatine Swêdê. Tê texmînkirin ku hejmara wan vêga derdorê 5 000 be. Piraniya êzidiyên xwe gihandine vira ji başûrê Kurdistanê û dewletên Sovyeta berê wek Ermenîstan û Gurcistanê hatine. Piraniya wan li herêma Dalarna û başûrê Swêdê Skåne bicî bûne. Û bi saya çend êzidiyên ku berya çend salan ew li Borlänge pêrgî wan hatiye û bi vî şêweyî Lithblom êzidîtî nas kiriye û ew kêfxweş e.
Beşîr Kavak/Zayele