Polîtîk

Hak-Parê êrîşên DAÎŞ’ê Şermezar kir

Hak-Par şaxa Amed di 08.08.2014 de bi belavokek çapamenî li ber AZC Plazê êrîşên DAÎŞê şermezar kir. Di daxuyanîyêda ji tevê Kurdan re hat bangawazî kirin da ku xwedî deskeftîyên Herêma Kurdîstanê derkevin. Her weha ji bo dezgeyên Nawneteweyî re hat bangawazî kirin kul i hember êrîşên DAÎŞê piştgirîya Heremê Kurdîstanê bikin. Gelek nûnerên rêxistinên Kurd ji beşdarê civîna çapemenîyê bun û piştgirîya xwe dîyar kirin. Metna daxûyanîyê li jêr e;

Em DAIŞ’ê û êrîşên wî yên hovane şermezar dikin.
Piştevaniya mafê parastina rewa ya gelê Kurdistana Başûr dikin

Wek tê zanîn ev çend rojin, rêxistina hov ya bi navê Dewlata Îslamiya Irak û Şam (DAIŞ), Şengal û navçeyên vî deverî derdestkir û dest bi tevkujiyê kir.  DAIŞ li himder civaka Êzîdî bi avayek hovîtî komkujiyê dike, kiryarên wahşiyanê  didomîne. Bi vê barbariyê hezaran Ezîdî hatin kuştin, bi sedan jin hatin revandin. Ji bona êrîşên DAIŞ’ê sed hezaran însan koçber bûn, birçî û tazî bi mirinê re rûbirû man.

Armanca DAIŞ û piştgirên wî ewe ku,  destxistinên gele Kurd yên Başûrê Kurdistan bê ruxandin. Tê zanîn ku îro,  Herêma Kurdistan ya Federe, minakek girînge ji bo maf û azadiyen bingehîn, ji bo demokrasiyê. Heman demê de minake bo tev jiyana pir olîtî û pir neteweyî.  Ji sedema van taybetmendiyên Kurdistanê, hêzên paşverû yên herêmê û  rejimên zordar yên teoqrat, Herêma Kurdistan ji bo xwe wek tehdîdek dinirxînin. Ji bo vê yekê çeteyên DAIŞ’ê êrişê ser Kurdistanê dikin.

Tiştek balkêşe ku ev êrîş li rastê, dema nikaşên Serxwebûna Kurdistanê tên. Di rojevek weha da êrîşa DAIŞ’ê manîdar e. Heman demê de armanca vê êrîşê,  berhewakirina çoşa gelê Kurd e, şikestina viyana wî ya azadiyê û serxwebûnê ye.

Bi van êrîşan, dijminên Kurdistanê nikarin bigihêjîn armancên xwe yên qirêj. Milletê Kurd di boriya tarixa xwe de, gelek rojên reş û tarî derbaskir. Ev roj jî, wê bi rihekî Kurdistanî û bi şêweyêkî lehengî bitekoşe û li himber çeteyên DAIŞ’ê serkeve. Bila şika tu kesî tunebe ku ev hewes wê berzikê wan de bimîne.
Ev roj, roja xwedî lêderketina birayên Êzîdî ye.

Ev roj,  wateya hemû Kurdên cihanê, xwedî lêderketina destxistinên Kurdistanê ye.
Piştevaniya birayê me yên Başûr û peşmergeyên qehreman ku li himber neyar şer dike, erkek pîroz e.

DAIŞ rêxistinek barbar û li himber mirovahiyê ye. Divê bi lezgînî ev hovîtî bê sekinandin.

Ji bo ku ev qeda bê def kirin , serî de Neteweyên Yekbûyî (NY), dezgehên navneteweyî û hemû kesên aştîxwaz û azadîxwaz divê hewlbidin û piştgiriya Herêma Kurdistanê bikin.

Divê însanên ku ji komkujiyê direvin û di bin metirsinê de ne bên parastin. Ji bo êzîdiyan û hemû mexdurên din, gavek lez de alikarî û hawarî  hewce ye, cîh û berên ewleyî hewce ye.

Heman demê de ji bo kesên ku dixwazin ji Sînorê Xaburê de derbasbin divê Tirkiye rêya wan hêsan bike.
Em carek din wahşeta DAIŞ’ê  şermezar dikin û wek Partî diyar dikin ku, bir her awayî amadene bo piştevaniya Herêma Kurdistan û birayên xwe yên di bin gefanda ne. 08.08.2014

Bijî tekoşîna Pêşmerge li hember hovîtîya DAİŞ’ê.
Bijî Kurdîstan.

Partiya Maf û Azadiyan (HAK_PAR)
        Şaxa Amedê

Back to top button