Dosya
Balefirên amerîkayî dest bi êrîşan kir 130 kuştî
Li gor hin agahiyan ji eniya şer li devera Mûsilê, balefirên cengî yên Amerîkayê deverên DAÎŞ bombearan kirine û 130 çekdarên terorîst kuştine ku, di nav kuştiyan de sê serkirdeyên wê rêxistina terorîst hene.
Li gor hin çavkaniyan, piştî razîbûna serokê Amerîkayê ku, Amerîka bi balefirên cengî alîkariya sopayê Îraqê û pêşmergeyê Kurdistanê bike, balefirên cengî yên F16 bingehên çekdarên DAÎŞ li derdûra Mûsilê bombebaran kirin û 130 çekdar kuştin ku, di nav kuştiyan de sê serkirdeyên DAÎŞ hene bi navê; Abo Elî Enbarî, Ebdulrehman Mistefa ber niyas bi Abo Elawî Êfrî û Abo Hesenî Sehabî berpirsê komîteya îstxbarata DAÎŞ ku, bi esilê xwe erebê Siudiyê ye.