Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê, duhî roja sêşemiyê 20-12-2011ê li ofîsa xwe li avahiya parlamentoyê pêşwazî li Samuel Aleksiyan endamê parlamentoya Ermenistanê û şandeya pê re kir.
Di hevdîtinekê de serokê parlamentoya Kurdistanê behsa dîroja hevbeşa her du gelên kurd û ermnî kir û got ku gelê kurd û gelê ermenî di ware tekoşîna li dijî silim û sordariyê dîrokeke hevbeş heye.
Kerkûkî di axavtina xwe de tekîd li ser pêşxistina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Ermenistanê kir û got ku herêma Kurdistanê ji bona ku sermayedar û tprîstên eremenî berê xwe bidin Kurdistanê amadeye hevahengiyê bike.
Ji aliyê xwe ve parlamenterê ermenî Samuel Aleksiyan behsa armanca serdana xwe ya bo herêma Kurdistanê kir û got ku ew ji bona avakirina pireke têkeliyan di navbera herêma Kurdistanê û Ermenistanê di hemû waran de hatiye Kurdistanê.
Aleksiyan got jî ku herêma Kurdistanê di deverê de, mînakeke serkeftî û geş a îstîqrar,avadanî û demikrasiyê ye û vê yekê jî wisa kiriye ku çirket û kompaniyên biyanî ber bi Kurdistanê ve bên, sermayeyê xwe li herêma Kurdistanî bi razînin û beşdariyê di avadankirina herêma Kurdistanê de bikin.
Serokê şandeya parlamentoya Ermenistanê got jî ku hijmareke mezin a kurdan li Ermenistanê dijîn û herwesa pêşniyar kir ku li astê serokatiya parlamentoyan têkelî di navbera Kurdistan û Ermenistanê pêkbên.