Cîhan

HRW Tirkiye û Îran rexne kir

Dezgeha navdewletî ya çavdêriya mafên mirov (HRW), êrişên Tirkiye û Îranê yên li ser tixûbê Kurdistana Başûr rexne kir û diyar kir, di encama wan êrişan de, 12 kesên sivîl hatine kutşin.

Doh rapora HRW di derbarê êrîşên Tiurkiye û Îranê li ser deverên tixûbê Kurdistana Başûr hate ragihandin. Di raporê de hate diyarkirin ku Tirkiye û Îranê ji meha tebax a 2011-ê heta niha gelek caran Kurdistana Başûr dane ber topan û bombebaran kirine.

Di raporê de hatiye diyarkirin ku, Tirkiye û Îran îdia dike ku, wan êrîşên xwe li herêmê birine li ser çakdarên PKK û PJAK-ê. Lê HRW dibêje ku  li gora agahdariyên wan deverên bûyîn armanca êrîşan cihê sivîlanin û tu grubên çekdar li wan deran tuneye.

Nûnera dezgeha HRW ya berpirsa Rojhilata Navîn, Sarund û deverên Kurdistana Başûr zererek mezin ji van êrîşan dîtiye.

Back to top button