Kerkûkî di preskonferensekê de serdana Libnanê nirxand
Şandeya parlamentoya Kurdistanê ku beriya çar rojan bi serokatiya Kemal Kerkûkî serokê parlamentoyê bi serdaneke fermî serdana Libananê kir bû, duhî êvarê vegeriya herêma Kurdistanê û li Hewlêrê li avahiya parlamentoya Kurdistanê, serokê parlamentoyê Kemal Kerkûkî di presekonferensekê de behsa encamên serdeana Libanê kir.
Kerkûkî di preskonferensê de got ku parlamentoya Kurdistanê pilaneke berfireh li pêşiya xwe deynaye ku têkeliyên xwe digel parlamentoyên welatên erebî û cîhanê xuertbikin û ev serdan abo Libnanê di çarçoveyê wê pilanê daye.
Serokê parlamentoyê di berdewamiya axavtina xwe de behsa hevdîtinên şandeya parlamentoya Kurdistanê bi berpris û rayedarên libnanî re kir û got:
– Serokê komara Libnanê Mîşal Silêman pêşwazî li me kir û di hevdîtineke hevbeş de behsa têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Libnanê hat kirin. Serokomarê Libnanê amadebaşiya xwe nîşanda ku di demnke minasib de serdana Kurdistanê bike.
Kerkûkî herwesa got ku şanmdeya parlamentoya Kurdistanê ji aliyê sopasalarê Libnanê general Can Qehweçî, serokê parlamentoya Libnanê, wezîrê navxwe Merwan Şirbil û digel rêvebirê hêzên asayîşa navxwe ve hatin pêwazî kirin û di hevdîtinên hevbeş de behsa hevahengiya di warên cihê de hat kirin.
Serokê parlamentoyê got:
– Me serdana zanîngeha Amerîkayê ya ji bo zanist, teknolojiya û ragehandinê kir û rêvebiriya zanêngehê diyar kir ku amadene xwendekarên kurd werbigirin û liqeke zanîngeha xwe li Kurdistanê vekin.
Weke tê zanîn beriya çar rojan şandeyeke parlamentoya Kurdistanê ku ji; serokê fraksyona Yekgirtiya Îslamî Omer Ebdulezîz, serokê lêjneya rewşenbîrî û têkiliyan Aso Kerîm, cîgirê serokê lêjneya yasayî Ewnî Bezaz û çend şêwirmendên parlamentoyê pêk hat bû, bi serokatiya Kemal Kerkûkî serdana Libnanê kir bû.
Nûşeye peywendîdar:
https://rojevakurd.com/politik/8310-andeyeke-parlamentoya-Kurdistan-ber-Libnan-ket.html