Nivîsar

Kerkûk, Quds û helwesta durûtî

 Hinek bûyer hene ku nirxandina wan gelekî zehmete. Lê dema berjewendiyên giştî bikevin holê û ew berjewendî wek bingeh bêne girtin û şirovê bêne kirin gelek tişt hesanîtir dibe. Ev yek jî wek formîlekî matametiqê ye. Rêya halkirina problemê bê zanin çareseriya wê jî hesanîtir dibe. Ji bo vê yekê jî dema bûyerekî binirxînin û bibin xwedî helwest pîvanek heye, ew jî ji bo kurda berjewendiyên netewîne.Wek kurdekî tu cara mirov nikarê li himber mafê miletek din derkeve. Lê dema ew milet bi xwe li dijê dewletbûna te derkeve û li tenişta dewletên dagirker li dijê te xwedî helwest be , gelo divê tu çi bikî? Di vê babetê de kurd ne zelalin nikarin helwesta xwe yan jî ya dilê xwe bi zelalî bêjin.Li hemû beşên Kurdistanê kurda her demî û di hemû pêvajoyan de pişgiriya mafên rewa yên miletê Filistiniya kirine. Dewletbûna Filistiniyan parastine. Tu cara negotine 23 dewletên Erebî hene , ma ya Filistin ji bo çiye?Lê gelo partî, rêxistin û aliyên siyasî yên Filistinî li himber doza kurd çi helwest danine? Vê yekê ve girêdayî dema referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr Filistiniya çi got xwedî çi helwestêbûn? Dema Kerkûk hate dagirkirin û zêdeyi 150 hezar kurd koçber bûn û li Xurmato malên kurda hatin şewitandin û talan kirin , helwesta aliyên siyasî yên Flistiniya çibû?Niha ne hewceye ku mirov hûrgulî vê pirsê binirxîne, lê helwesta siyasiyên Filistinî li himber kurda û bûyerên Kurdistanê çibin gerek ya kurda jî ewbe.Dema teroristên Heşda Şeibî êrîşê Kurdistanê kirin û Kerkûk û Xurmato şewitandin, li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê kolan bê dengbûn. Li Bakur hinek aliyên kurd bi daxûyaniya ev yek protesto kirin û li himber hovitiya Iraqê helwesta xwe kifşkirin. Lê ji bo rewşa awarte(!) xwepêşandan nekirin.Dema serokê Amerika Trump biryara xwe di derbarê statuya Qudsê de eşkere kir, devleta Tirk û hemû aliyên siyasî yên Tirkiye ji Filistiniyan behtir dijê Amerika sekinin û daxûyani dan , serokkomarê Tirkiye kete di nava leptekî gelek berfireh de. Niha wek kurdekî mirov ji xwe dipirse: Tu kurda wek bira wesif dikî, kurdên Bakur û Başûr hemû mirovên hevin , dilê wan li ser hev diêşe, lê gelo ew hesasiyet û pişgiriya ji bo Filistinê çêbû ji bo çi ji bo kareseta Kerkûk çênebû?  Tirka di bûyera Kerkûkê de bi temamî şirîkatiya Iraq û û Îranê kir. Başe ev çi cureyê biratiyê ye? dê kurdên Bakur çewe baweriyê li vê siyaseta  û biratiya we bîne?Li tirkiye û Bakurê Kurdistanê gelek devera xelk derketin kolana û li dijê biryara Amerika xwe pêşandan kirin û helwesta serokê Amerika şermezar kirin. Gelo çima heman hesasiyet ji bo Başûrê Kurdistanê nehat nîşandan? Her kurdek di derbarê bûyerên rojhilata Navîn û Kurdistana Başûr de nirxandina bike û vê yekê nebîne sextekariyek siyasî dike.Eger ev yek ji bo misilmantiyê tê kirin, kurd jî misilmanin, ew zarokên li Xurmato hatin kuştin û koçber bûyin jî misilmanin.Heri dawî tu dewletbuna Filistin biparêzî lê li dijê dewletbûna Kurdistanê derkevî, ev nabe û hêdî kurd ne yên xapandinêne.Pirsek din heye , gelo dema referanduma serxwebûna Kurdistana Başûr de, helwesta Îsrail çibû? Serokwezîrê Îsrail û berpirsên vî welatî di derbarê serxwebûna Kurdistanê de çi helwest nîşandan? Bila her kurdek vê pirsê ji xwe bipirse û bibe xwedî helwest.8.12.2017Dara Bilek

Back to top button