Polîtîk

"Kerkûk Dilê Kurdistanê ye"

Kerkûk gelekî giring e, her demî ev bajar bûye sedema nakokiyên mezin di navbera desthilata Iraqê û şoreşa Kurdistanê de. Desthilatdariya Iraqê, di derbarê pirsa Kerkûkê de tu cara li peymana ve girêdayî nemaye û ji bo vî bajarê Kurdistanê ji dev kurdan ve bernede di nav hemî cureyên hewldanê de ye. Serokê nemir Mistefa Barzanî di pirsa Kerkûkê de tucara tawîz nedaye û gotiye ku: “ Kerkûk Dilê Kurdistanê ye“ insanek bê dil nikare bijî. Ev gotina dawiye di derbarê pirsa Kerkûkê de.

Îro di destûra Iraqa federel de Kurdan û Ereban li ser statuya Kerkûkê lihev kiriye. Lê desthilatdariya Bexdayê li ser soza xwe nesekine û guh nade destûrê. Nahêlin referandum li Kerkûkê çêbe , da ku gelê Kerkûkê çarenûsa xwe tayîn bike. Desthilatdariya Kurdistanê pirsa Kerkûkê de bi istiqrare. Ev hilbijartin ji bo çarenûsa Kerkûkê gelekî girînge. Ereb dibêjin Kerkûk piranî erebin, Tirkmen ji xwe bajarek Turkmenî dihesibînin. Lê di rastiyê de Tirkmen , Ereb û Kurd li wek gelek bajaran li Kerkûkê jî bi hevre dijîn. Lê Kerkûk Bajarek Kurdistanê ye. Hilbijartin kifşdike ku Kekûk piraniyek mezin kurdin.

Ji bo rewşa rûnştvanên Kerkûke bête guhertin bi dehê hezaran kurd ji Kerkûkê hatin derxistin, ji Başûrê Iraqê Ereb anîn li Kerkûkê cih kirin.Ji bo Kerkûkê ji kurdan û ji kurdîtiyê bişûn her tişt kirin. Lê Kerkûk her bajarek Kurd ma. Ji bo vê û ji bo gelek tiştên din li Kerkûkê dengdan xwedî nirxek taybetîye.Her dengek ji bo kurdan bête avêtin dê bibe gavek ji bo çareseriya pirsa Kerkûkê.
 
RojevaKurd

Back to top button