PolîtîkRojev

Kerkûk bi lez tê Erebkirin…!

Serokê berê yê meclisa parêzgeha Kerkûkê dibêje, rewşa Kerkûkê kambax e û pir bi lez tê erebkirin.

Şêwirmendê serokê hikûmeta Kurdistanê di karûbarên deverên Kurdistanî yên li derveyî Herêma Kurdistanê, Rêbwar Talebanî bi minasebeta  19 saliya nemana rêjîma Beis ya Iraqê ji BasNewsê re axivî.

Rêbwar Talebanî ku serokê encumena parêzgeha Kerkûkê bû lê piştî xiyaneta 16 Cotmeha 2017 û hilweşandina encumenê ji aliyê parlementoya Iraqê neçar ma Kerkûkê biterikîne, li ser rewşa Kerkûkê got, gava rêjîma Beis hilweşiya em pir kêfxweş bûn lê me nizanîbû ev kêfxweşî demkî ye ji ber ku piştî 19 salan ne tenê hizra şovenîstî û erebkirinê kêm nebûye, belkî her ku diçe bihêztir jî dibe mixabin. Kerkûk pir bi lez tê erebkirin.

Rêbwar Talebanî li ser rewşa ewlehiya Kerkûkê jî got, rewşa ewlehiya Kerkûkê jî kambax e. Ji ber ku hêzên Iraqî nikarin biparêzin û DAIŞ jî her gava dilê wê bixwaze êriş dike.

Bi gotina Rêbwar Talebanî, ew kesên ku êrişî Kerkûkê dikin, bi roj endamên Heşda Şeibî ne û bi şev jî edamên DAIŞê ne! Rewş bi vî rengî ye.

Back to top button