Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî û hijmarek wezîr û parlemêntêr û rayedarên hikûmet û partiyên siyasî û bizinsman û xwedî kar, rê û resma teslîm kirina 10.mîn xwendingeh ji alliyê Kompaniya Yûbî Holding bi Wezareta Perwerde rêveçû.Serokwezîr li despêka peyva xwe pesna serketina Hêzên Pêşmerge li başûrê Kerkûkê û rizgar kirina gundê Başîr kir. Her wiha amaje be êrişên terorêstên DAIŞê bo ser sengerên Pêşmerge û şikista wan êrişan ji aliyê Pêşmerge kir, bi taybetî şerê li Tilisqof kir ku hin Pêşmerge di vî şerî de şehîd û birîndar bûne. Her bi vê yekê sersaxiya malbatên şehîdan kir û hêviya zû başbûnê ji bo birîndaran xwest. Ev yeke jî got Pêşmerge bi xwîna xwe şer ji bo berevanî kirin ji cîhana azad û mirovatiyê û bi hev re jiyana netewe û olên cudayên Îraqê dike.Serokwezîr derbarê pirojeya sektora taybet ji bo kertê perwede xuyakir zêdebarê pir kirina pêwîstiyeka perwerdeyî, semboleka bedew e ji bo hezkirina welat û dilsozî ji bo gel û niştîman û xemxwerî û armaneka ji dil e ji bo pişkdarî kirin li avedankirina Kurdistanê ku cihê destxweşî û rêz û şanaziyê ye.
Her wiha got: eve 10.mîn xwendingeh e ku Kompaniya Holding pêşkêşê Wezareta Perwedeya Hikûmeta Herêma Kurdistanê dike, ku bi behatirîn diyarî ye ji bo xwendekarên Kurdistanê û Wezareta Perwerde. Amaje bi pirojeyên din yên vî girûpê li Simêl, Berdereş, Silêmaniyê, Amêdî, Batîfa, Helebce û Zaxoyê kir. Her wiha behsa nûjen kirina 12 xwendingehên din li deverên cudayên Kurdistanê û yarmetîdana koçber û penaberan û alîkarî kirina Pêşmerge li bereyên ceng kir.Serokwezîr got: kêm bûna xwendingehan pirsgirêkeka sereke ya sektora perwerde ye, ku Himeta Herêma Kurdistanê li çarçoveya pirogram û pilanên perwerde gelek giringî bi çêkirina avahiyên xwendingehan daye, lê ji ber zêdebûna hijmara xwendekaran, ev pirse hêj berdewam e, lewma beşdarî kirna xêrxwazan û sektora taybet ji bo avakirina xwendingehan alîkariyeka berçav bo hikûmetê ye.Nêçîrvan Barzanî her wiha got piştî sala 2003 û herifandina rejîma beis, hêviyên xwendinê gelek zêde bûye ku eve nîşaneya vê yekê ye ku gelê kurd bi pêşerojê hêvîdar e.
Derbarê hewlên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo giringîdan bi perwerde û fêrkirinê xuyakir hikûmet bi berdewamî hewla baştir kirina kuwalîtiya xwendinê û bilind kirina asta perwerde û fêrkirinê dide û li gor şiyanên xwe xemsarî nekiriye. Pêdagirî li ser vê yekê jî kir ku hikûmet bi cidî kar ji bo vê yekê dike ku xwendina pîşeyî li hemû pişk û kertên pîşeyî pêş bixe, ku bikare pişta xwe bi şiyan û jêhatiya pîşesaziya navxweyî qahîm bike. Bo vê yekê Wezareta Perwerde gavên cidî dihavêje û pirogram û pilanên zansitî heye ku berevajî berê, xwendina pîşeyî bihê berfireh kirin û derçûyên xwendina pîşeyî bibine endamên jêhat û şûn destê zêrînê civakê.Li pareka din, Serokwezîr amaje bi vê yekê da ku beşdarî kirina kertê taybert û xêrxwazan ji bo dirust kirina avahahiyên xwendingehan gelek giring e. Her wiha got ji ber hewlên Wezareta Perwerde ji bo sala xwendina 2015 – 2016, li her çar parêzgehên Hewlêr, Silêmaniyê, Helebce û Duhokê, xêrxwazan û kertê taybet 600 xwendingeh li ser erkê xwe nûjen kirine.Li dawiya peyva xwe, Serokwezîr spasiya Grûpa Yûbî Holding û Birêzan Xelîl Nezîr, Ebdulhadî Nezîr û bav û birayên wan kir û hêviya selametî û serketin û serferaziyê ji wan re xwest û hêvî xwest hemû aliyek beşdarê avedankirin û pêş xistina Kurdistanê bibin ku duh bav û bapîrên me bi can û xwîna xwe avakirine, îro jî pêşmergeyên egîd bi can û xwîna xwe diparêzin.