CîhanPolîtîk

Hindistan konsulxaneya xwe li Kurdistanê vedike

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwaziya Corc Raco Balyozê Hindistanê li Îraqê û şandeka pê re kir.Di Hevdîtinekê de Balyozê Hindistanê kêfxweşiya xwe ji bo vê serdanê û azadî û aramiya Herêma Kurdistanê nîşanda û spasiya Hêzên Pêşmerge kir ku karîne welatê xwe li hember terorê biparêzin. Her wiha amadebûna welatê xwe jî bo bi hêzkirina têkiliyên dîplomasî tevî Herêma Kurdistanê nîşanda û spasiya serederiya baş ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî tevî karkerên Hindî kir.Balyozê Hindistanî amaje bi vê yekê da ku rewşa Herêma Kurdistanê ji bo pêşketin û weberanînê berhev e û amadeyî ya xwe jî nîşanda ji bo handana xwedî kar û buzinismenên Hindistanê ji bo weberanînê li Herêma Kurdistanê. Her wiha bal kişande ser pêwîstiya hevahengiya baş navbera Herêma Kurdistanê û Hindistanê li warê kultûrî û aborî û rêvebirinê, ku dikarin ji bo dabîn kirina kursên xwendinê bi xwendekarên kurd û meşq û rahênan revebirinê û tendurustî alîkariya Herêma Kurdistanê bikin.Serokwezîr bi spasî kirina vê serdanê, pêşwaziya biryara Hikûmeta Hinidistnaê kir ji bo vekirina konsulxaneya xwe li Hewêrê ku dibe sedemê baştir bûna têkiliyên navbera her du aliyan li warê kultûrî, tendirustî û aborî.Ev yeke jî got ku derfeta weberanînê li Herêma Kurdistanê ji ber qeyrana darayî û şerê dijî terorê hinek lawaz bûye, lê piştî çareser kirina qeyranê, hêviya derfeteka baş ji bo weberanînê heye û kompaniya yên Hindistanê dikarin li Herêma Kurdistanê weberanînê bikin. Her wiha spasiya alîkariyêm Hikûmeta Hindistanê kir ji bo pêşkêş kirina kursên xwendinê ji bo xwendekarên kurd û vekirina kursên meşq û rahênanê ji bo kadrên Hikûmeta Herêma kurdistanê.

Back to top button