ji bo karê rojnamevaniyê divê asayiş bê berçavgirtin

Sefîn Dizeyî Peyvdarê Hikûmeta Herêma Kurdistanê xuyakir hebûna medya ya azad li her civakekê nîşaneya pêşketina welat û pêgehiştina civakê ye, lê dive li dema serederî kirin tevî vê pirsê cudahî navbera azadî û têkdanê bihê kirin û asayişa niştîmanî û netewî nebe qorbaniyê pêşeng bûn ji bo weşandina nûçe û bûyeran ku hêleka gelek nazik navbera azadiya mediya û têkderiya mediya heye.Sefîn dizeyî li demê beşdarêkirin li rê û resma bîranîna roja cîhaniya azadiya xuyakirinê ku Sentera Metro li roja 3 Gulanê li Hewlêre sazkiribû, pîrozbahiya rojnamevanan kir û ragihand gelek caran rojnemevan ji ber nezanîn û bi hêceta pêdana zanyariyên dirust bo raya giştî, tûşê şaşiyeka mezin dibin ku renge bibe sedemê yarmetêdana terorîstan û metirsî bo ser asayişa Kurdistanê hebe, ku ev pirse li çi welatekê cîhanê cihê qebûlkirinê niye.Peyvdarê hikûmetê derbarê rapora Sentera Metro û hebûna binpê kirinên rojnamevanî  li hember rojnamevan û hijmarek dezgehên ragihandinê xuya kir binpêkirin hebûye û divê kar ji bo nehiştina wê bihê kirin, lê her biryareka hikûmetê ji bo ragirtina her kanaleka ragihandinê,  têkilî bi çi partiyeka siyasî nine, lê gelek caran kanalên ragihandinê gelek caran destpêkirina karê xwe bi mercên siyasî girê didin.Dizeyî her wiha got gelek caran hin rêxistin bi taybetî mediya ji bo bi hêzkirina pêgehê xwe li ser asta civaka navdewletî, hawara xwe ji bo axaftina xirap li ser Herêma Kurdistanê dibin ku ev pirse bi çi awayekê xizmeta berjewendiyên giştî nake.Li dawiyê jî hêvî xwest bi zûtirên dem rênimayî yên pêwîst ji bo  piraktîze kirina yasaya karê rojnamevanê derbiçe. Her wiha daxwaz ji medyayê kir alîkarê hikûmetê bin ji bo gehandina zanyariyên rast bi hikûmetê û nîşandana şaşî û rastiyên gavên hikûmetê. 

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: