CîhanPolîtîk

Davutoglu xwe dide aliyekî

Li Tirkiye serokwezîr Ahmet Davutoglu ber bi îstifayê ve diçe. Piştî hinek nakoki di navbera serokkomarê Tirkiye  Erdogan û Davutoglu de peydabûyin û li ser medyayê ve behsa nakokiyan hate kirin, Davutoglu û Erdogan hevdêtinek pêkanîn.Piştî hevdîtinê Davutoglu biryar da ku îro (5.5.2016) meclisa AKPê kom bike û biryara xwe ya dawî bide. Tê gotin ku dê Ahmet Davutoglu hem jiv serokatiya AKP û hem jî ji dev serokwezîrîyê berdê.Herweha dawiya meha Gulanê de kongreya avarte ya AKPê dicive û serok nu yê partiyê û serokwezîrjî hildibêjêre.Davutoglu piştî civina meclisa partiya xwe dê daxuyaniyekî di dernarê îaresnûsa xwe de bide çapemeniy.Bê guman ev yek Tirkiye û AKPê ber bi pêvajoyek nûjen ve dibe. Heta gelek nirxandin hene ku dibêjin ev dibe destpêka têkçûna desthilatdariya AKPê jî.Ji aliyek din Erdogan ji bilî xwe kesek din xwedîbiryar di nava partiyê de naxwaze. Ev yek jî babet din yê gotubêjê ye.Lê ji nihave ev navê bikevê cihê Davutoglu derbas dibe.Navên ku bikevin cihê Davutoglu:  wezîrê veguhaztinê Binalî Yildirim, Vezîrê Dad Bekir Bozdag, Wezîrê enerjiyê Berat Albayrak cigirê serokwezîr Numan Kurtuluş û cigirê serokê AKPê Mehmet Ali Şahin. 

Back to top button