Kemal Kerkûkî li bin çavdêriya doktoran da peyamek belavkir
Dr Kemal Kerkûkî Serokê berê yê Parlementoya Kurdistanê ku niha li karantîna û li bin çavdêriya pizîşkên Kurdistanê da ye peyamek belav kiriye.
Dr Kemal Kerkûkî peyama xwe de dibêje: Ez li derveyê welat bûm bi başî agahdarê rêkarên Wezareta Tendirustî û Wezareta Navxweya Herêma Kurdistan bûm. Ew birêzên ku ji derveyê welat vedigerin Herêma Kurdistanê diçin karantînayê. Min gelek pê baş û girîng bû, ez jî wan rênimayiyan wekî her welatiyekî din ku têne Herêma Kurdistanê encam bidim, ji ber ku girînge bi rêyekî zanistî ve bizanî tu bi xwe selametî ew jî ji bo parastina kesên nêzîkên te û ew birêzên pêkve kar dikin û ji bo hemû civakê.
Her wiha Kerkûkî dibêje: li 15.03.2020 vegeriyam Herêma Kurdistanê û li Firokxaneyê testa germayiyê ji bo min kirin gelek dirust bû. Min bi karekî baş zanî rênimayiyan wekî xwe bi cîh bikim û çûme karantîneyê.
Di dawiya peyama xwe de Dr Kemal Kerkûkî spasî tîmên pizîşkî û tîmên peywendîdarên çi li Firokxane û çi li cihên mayînê dike û dibêje: Gelek bi başî karên xwe encam didin her sax bin. Hêvîdarim hemu rêzdarek gelek bi başî rênimayiyan bi cîh bikin ji bo selametiya xwe û hemû civakê.