Kêliyên dawî yên jiyana kek Cewher li Swêdê
Va salek derbas bû di ser koça te de lê heya niha bawer nakim ku tu ne di nav me de ye. Roja 16.02.2011 bû gava ku peyama kek Nêçîrvan Barzanî gihişte min ku kek Cewher tê Stockholmê û nexweş e û lê miqate be û çi pêwist be jê re bike. Nûçeya han ji min re ecêb bû, axir êvara 03.01.2011an min bi kek Cewher re şîv xwar da ku xatir ji hev bixwazin û heya demeke dereng em bi hev re bûn li Stockholmê û pişt re roja 04.01.2011an ji Stockholmê çû Hewlêrê.
Saet 11ê şeva 16.02.2011an li gor dema Swêdê pê re axivîm ku hê jî li riya firokexaneyê bû ligel Nêrgiza jina wî û kekê Memo ku dostekî wî yê nêzîk e û ji bakurê Kurdistanê ye. Roja 17.02. derbasî nexweşxaneya Carolinsca hat kirin. Her ji bo agahiya xwendevanan, nexweşxaneya Carolinsca, klînîkeke xwe ya taybet heye li nexweşxaneya Hoding a bajarê Stockholmê. Her zû doktoran nexweşiya wî vedîtin, lê ne wan û ne me behs nekir. Bêguman bo me çend sedem hebûn ku em behs nekin. Yekem nexweşî pir giran bû, pêwist bû em hevkar û alîkarên wî bin di çêrkirina geşbîniyê de. Duyem, jina wî li wir bû; hem kek Cewher diyar bû nedixwest bizane û hem jî me xwest ew nizanibe da ku morala xwe bernede, çiku Nêrgiz xanim çavdêriyeke bêmînak ya kek Cewher dikir û sêyem jî, zarokên wî ku Kurdistan bûn, dilê kek Cewher bi wan ve bû, bi bihîstina xebereke wiha nedikariyan xwendina xwe bidomînin.
Bi awayekî berdewam serok Barzanî û kek Nêçîrvan li rewşa Cewher dipirsîn, roja 04.03.2011an cenabê serok pê re axivî û pir kêfxweş bû bi wê telefonê û bi telefonên kek Nêçîrvan. Min li ser rûyê wî dixwend çiqasî hest bi rehetiyê dike di wan saetan de. Hevalên din jî, sekreter û endamên politburo û serkirdayetiya PDKê telefona wî dikirin. Aliyên din jî bi awayekî berdewam pê re di pêwendiyê de bûn.
Qewîtiya cenabê serok bo min ew bû ku kek Cewher li her devereke dinyayê bê dermankirin sînor jê re tune û heman qewîtî kek Nêçîrvan bi xwe jî hem bi xwe ragihand û hem jî qewîtî li min kir. Piştî di nav xwe de şêwir kirin û herwiha ligel hejmareke doktorên kurd û yên din ji dostên wan yên swêdî raya wan wiha bû ku nexweşxaneya ku kek Cewher lê ye yek ji baştirîn nexweşxaneyên cîhanê ye û ji bilî wê jî kek Cewher zimanê swêdî baş dizane û haya wî ji çand û standarta doktoriya Swêdê heye û nemaze sîstema wir a saxlemiyê û li wir hest bi rehetiyê dikir. Pir caran me henek li ser Swêdê dikirin, çiku hem kek Cewher û hem min pir bi erênî qala rêkûpêkiya sîstema swêdî dikir gava me hev didît û hinekên din yên li dora me jî rexne dikirin û digotin Swêd ne xweş e!
Gelek kesan pêwendî kirin ku serdana wî bikin, lê şîreta doktoran ew bû ku pêdiviya kek Cewher bi vehesînê heye, lewma çiqasî kêmtir serdana wî bê kirin baştir dibe. Ji vê yekê jî me hewldaneke ciddî kir ku saxlemiya kek Cewher berî hemû tiştên din yên civakî tê, lewra bi hev re ligel merivên wî me serdanên xwe ji kek Cewher re kêm kirin, helbet ev bi dilê wî bû jî ne tenê ji ber şîretên doktoran, lê xwezaya kek Cewher wisa bû ku nedixwest xelk pê ve biwestin. Lewma daxwazê ji hemû wan birêzan dikim ku dilê wan ji min giran bûbû ji ber derfet nedibû serdana wî bikin bi mezinahiya dilên xwe li min biborin.
Asta reşbînî û geşbîniya saxlemiya kek Cewher bi berdewamî di guherînê de bû.
Sedemê vî jî ew bû ku kanserê kanalên kezeba wî giritibûn. Da ku pizîşk bikarin neştegeriyeke serketî jê re bikin pêwist bû şiyana fîzîkî ya kek Cewher bê bihêztirkirin, lewma me hewldaneke zêde dida ku heya ji me bê here û were û kek Şîrwan Piştîwan di vî alî de xizmeteke wî ya berçav kir. Şansê serketina neştergeriyê dê wê yekê de bû ku bi xertûmê kanala derveyî bo kezeba wî dirust bikin da ku zerika laşê kek Cewher ji nav here û bi vê riyê pişt re neştergeriya kezebê jê re bikin. Wek tê zanîn kezeb tena organê laşê mirov e ku bi mabûna parçeyekî wê yê piçûk jî mirov dikare pê bijî.
Hinek rojan mirov hest dikir saxlemiya wî başe û dipeyivî, lê ji nîvê duyem yê Adarê ve, piştî çend hewldan û têkoşînên pisporan mixabin nikarîbûn kanalên kezebê ji bilî kanaleke aliyê rastê vekin, lewma roj bi roj nexweşiya kek Cewher girantir dibû.
Di rojên dawî yên temenê wî de, kek Cewher di şerekî pir giran û dijwar de bû bi nexweşiya xwe re û nedikarî bipeyive, lê guhdariya axaftinê dikir. Şeva dawî me dem derbas dikir, çiku hemû gihiştin wê rastiya tal ku kek Cehwe xatirê xwe ji me dixwaze. Şeva dawî heya demeke dereng em li nexweşxaneyê bûn û me nedikarî li wir bin ji ber qanûnên nexweşxaneyê, lê dîsa jî rê dan ku jina kek Cewher timî pê re be. Wan jî dizanîbûn ku kek Cewher kî ye. Kek Yawer ê birayê wî jî şeva dawî li wir ma, her piştî gihiştina me bo malê, kek Yawer ê birayê wî telefona min kir û got kek Cewher di saet 00.50 de koça dawî kir. Min peyameke bilez ji serkirdayetiyê re şand û haya wan ji vê xebera dilêş çêkir. Ji xeynî Nêrgiz xanima hevjîna wî, kek Burhan ê birayê kek Cewher ku balyozê Iraqê li Yewnanistanê ye, çend caran serdana wî kir û herwiha kek Yawer ê birayê wî di dema dawî de hate cem. Em jî çend dostên wî yên nêzîk me bi berdewamî serdana wî dikir û li ba wî bûn.
Yek ji xemên mezin ên kek Cewher zarokên wî bûn ku çawa xwendina bilind ji wan re bê dabînkirin û xilas bikin. Min got ew ne pirsgirêk e û karekî hêsan e, girîng başbûna we ye. Bi xweş bextî kek Sîrwan, kurê wî yê mezin ji destpêka sala nû ve bo xwendinê li Brîtaniya ye, ku ev jî hêviyeke kek Cewher bû.
Kifş e ku pêwendiya di navbera kek Cewher û kek Nêçîrvan de nemaze di dema dawî de pêwendiyeke dostane ya berdewam bû. Pirsiyara ku kek Nêçîrvan çend caran ji min kir başe çawa kek Cewher ku bi berdewamî serdana Swêdê dikir û test dikirin nizanibû ku nexweşiyeke wî ya wiha heye? Doktorê wî yê taybet ku pisporê dil e û dostekî wî yê nêzîk bû, serdana Kurdistanê jî kiriye û hatiye mala kek Cewher li Pîrmam, doktorê wî yê taybet ku swêdî ye çavdêriya saxlemiya kek Cewher dikir û tu gumana wî nebû ji vê nexweşiyê. Yên ku pisporên vê nexweşiya kujer in dizanin ku nexweşiyeke bi vî rengî proseyeke demdirêj e û bi hêsanî nayê kifşkirin.
Roja piştî wê kek Nêçîrvan bi xwe di pêwendiyeke berdewam de bû da ku pêşwaziyeke hêja li cinazeya kek Cewher bê kirin û firokeyeke taybet bo anîna termê wî bo Kurdistanê hat amadekirin û roja 24.03.2011an em ji Stockholmê ber bi Hewlêrê birê ketin, ku ji bilî malbata rehmetiyê kek Cewher, kek Dilşad Barzanî hatibû Stockholmê wek nûnerê cenabê serok û serpereştiyarê liqa Ewropa ya PDKê ligel me bûn, li Hewlêrê jî pêşwaziyeke fermî ya lê hat kirin, ku cenabê serokê Barzanî, serokê parlamento û serokê hikûmeta Kurdistanê tê de amade bûn, herwiha aliyên desthilat û dijberiya Kurdistanê, roja din jî li zayîngeha xwe li gundê Berlût yê li ser Kelar hat veşartin.
Ji ber ku kek Cewher kesekî fermî bû, dixwazim xelkê Kurdistanê û dezgehên fermî agahdar bikim, ku ji roja 01.04.2011an tevahiya dosyayên pizîşkî yên wek kesekî bawerpêkirî yê kek Cewher di dema ku li nexweşxaneyê bû, li cem min bûn, ku hem dostê wî bûm û hem jî min nûnertiya cenabê serokê Herêma Kurdistanê û cenabê kek Nêçîrvan dikir, dû re min hemû bi amadebûna kek Burhan Caf, birayê kek Cewher bi awayekî fermî radestî jina wî Nêrgiz xanim kirin, ku dokumênt û tomara dema mabûna kek Cewher li nexweşxaneyê ye, yanî ji 17.02.201 heya 22.03.2011an. ev dokumênt jî roja 22.03.2011an li ser daxwaza min û kek Burhan hatin amadekirin. Piştî wefata kek Cewher du civînên malbatî yên taybet hatin kirin ku ez jî di wan de amade bûm.
Taha Berwary
Di salvegera yekê ya koça te ya dawî de Kurdistan xebat û têkoşîna te bibîr tîne. Spas ji te re, spas ji xebat û dilsoziya te re! Aram raze û dilrehet be çiku te zarokên xwe li cihê te dixwest biçî hiştin û bawer dikim bi perwerdeya te ji wan re dibin sê kadroyên mezin bo Kurdistanê. Di vê rojê de bîr û hizra me li cem Nêrgiz xanim e ku hevjînekî emekdar û dilsoz ji dest da.
Fikirê me li ba cenabê serok e ku hevalekî çalak yê xebatê ji dest da. Hizra me li cem kek Nêçîrvan e ku tu piştgirekî wî yê berdewam bûyî di siyasetê de. Hizra me li cem xwişk û birayên te ye ku birayekî camêr ji dest dan. Canê te şad be û cihê te bihuşta berîn be!
Taha Berwary
(Rudaw)