Nivîsar

Kefareta nivêj û rojiyê

KEFARETA NIVÊJ Û ROJIYÊ

Va ye Rojiya Remezanê dest pê dibe. Ji bo nivêjker û rojîgiran, hin agahdariyên girîng ev in li jerê:

Xwedayê dilovan di Qurana pîroz, Sûretê Beqer, Ayeta 185an de weha gotiye: ”Xweda hêsantiyê bo we divê, naxwaze zehmetî bide we…”

 

NIVÊJ:

Di mezhebê Şafiî de kefaret ji bo nivêjê tune. Lewra eger şiyana te hebe, tu dê nivêj bikî. Eger şiyana te tune be, tu dê bê destmêj û bi niqandina çavan bikî. Eger ev jî neyê kirin, tu dê nivêja xwe di mejiyê xwe de bikî. Lê piştre tu dê qeza bikî.

Dema yek dimre bûye tore di nava Kurdên Şafiî de, îsqat bo kesê mirî didin. Ev îsqat jî, li gor Mezhebê Henefî ye, ne li gor Mezhebê Şafiî ye.

ROJÎ: Kesê ku nikare rojî bigre, kefaretê (seza) rojiyê kulmek genim e ku bi erebî dibêjin MUD. Ew jî dike 2.5 kg. Yanî kesekî nexweş yan ji ber sedemekî din eger nikaribe rojî bigre, wê ji bo her rojekê 2.5 kg genim bide.

Îcar dana genim di vê demê de çênabe, ji ber ve wê dirav bête dayîn.

Girtina rojîyê eger zerer bide: Rojî eger zerert bide yekî, hingê rojî li serê ne wacib e. Eger zarûk piçûk be, dê ji bo şîrê zarûkê rojî nagire.

 

CIMA:

Eger zilamek di rojiyê de têkiliya cinsî bi jina xwe re bike, rojiya wî betal dibe û wek seza wê 2 meh li ser hev rojî bigre, yan wê koleyekî azad bike, hêj ji wî gunehî rizgar dibe.

Rewşa jina zilam jî weha ye: Eger ew têkiliya ciunsî bê razîbûna jinikê bûbe, tu tişt li jinikê nakeve. Lê eger jinik jî bi wê têkiliyê razî bûbe û hêj çêbûbe, kefaretê ku li zilam dikeve, li jinikê jî dikeve.

Lê eger zilam niyeta rojiyê jibîr kiribe û bi roj têkiliya cinsî bike, kefaret lê nakeve. Ji ber ku rojiya bê niyet, betal e.

 

WACIBTIYA PERESTINIYÊ:

Îbadet li ser kê wacib e?

Îbadet li ser van kesên bawermend wacib e: a) Kesê ku filtî (balix) bûbe.

b) Kesê ku bi Aqil be.

c) Kesê ku Azad be (ne kole û bindest).

Eger hişê yekî nemabe, perestinî li serê ne wacinb e. Perestinî hingê wacib e ku ev sê mercên li jorê hebin:

Çi kesê ku zêde agahdarî di van waran de bixwaze, bila bi vê e-mailê (pencî[email protected]) pirsên xwe bişîne.

Rojiya Remezana 2013an li hemû bawermewndan pîroz be…

 

Stockholm 03/ 07/ 2013

Zeynelabidin Zinar

(pencî[email protected])

 

 

Back to top button