Keçek kurd li zîndana Tehranê di grewa birçîbûnê de ye
Pexşan Ezîzî xelka bajarê Mehabada rojhilata Kurdistanê temen 24 sal û xwendekara beşa “Lêkolîna civatî” li zanîngeha Tehrane. Ezîzî berî sê mehan ji aliyê hêzê ewlehiyên Îranê li bajarê Tehranê hate destgîr kirin, ku li beramber wan hemû zextên ku li ser da hatibû spartin destî bi grewa birçîbûnê kiriye.
Li gor wan raporên ku gihiştine destê me Pexşan Ezîzî berî çend rojan li jûra qarantînaya zîndaniya Êvîn hatiye ragirtin.
Ezîzî li rewşeke bedeniya xerap daye û tûşî nerehetiya kemer û laq buye ku bi cureyek encamdana kar û barê xwe nîne û hokara eve jî vedigere li ser wan lêkolînên dirêj û dijwarên ku bi awayeke rawestan li ser pêencam hatibû dayîn.
Hêzên ewlehiyên Îranê çendîn caran soza azad kirina pexşanê bi danana barmite dane lê belê heta niha Ezîzî nehatiye azad kirin, ji bo wê yekê dest bi grewa birçîbûnê kiriye.
Berê jî du keçê xwendekarên Kurd bi navên Sirwe Weysî û Leyla Mihemedî ku bi sedema çalakiya medenî li gel Pexşan Ezîzî hatibûn dest bi ser kirin bi danana barmite hatin azad kirin. Lê belê ev biryar sebaret bi Pexşan Ezîzî nehate bi cîh kirin.
(Warvin)