Cîhan

Keça Serokomarê berê li Îranê hat girtin

Li Îran û rojhilatê Kurdistanê xwepêşandanên piştî kuştina Jina Aminî berdewamin.

Feyze Haşimî keça Serokomarê berê Elî Ekber Haşimî Refsencanî ku bi rexneyên xwe yên li dijî hikûmeta wî welatî dihat naskirin, bi hinceta ku piştgirî daye xwepêşandanan hat girtin. Refsencanî beriya niha gotibû, “Ez li dijî ferzkirina serpêçiyê me, çawa ku di serdema Şah de jî li dijî qedexekirina şaneyê bûm.”

Feyze Haşimî, keça serokomarê berê yê Îranê Elî Ekber Haşimî Refsencanî, roja 17ê Îlonê, piştî mirina Mahsa Emînî, di axaftina xwe ya li ser platforma medyaya civakî ya bi navê “Clubhouse” de gotibû ku “Îşkenceya  Îranê ya li hember girtiyan ji Îsraîlê xerabtir e.” Haşimî di 27ê Îlonê de li paytext Tehranê bi hinceta ku ” Tehrîkirina xwepêşanderan” hatibû binçavkirin.

Li gorî nûçeya televîzyona fermî ya Îranê, Berdevkê Dezgeha Dadweriyê Mesûd Setayeşî ku li Tehranê civîneke çapemeniyê li dar xistibû, ragihand ku Haşimî bi tohmeta “xerabkirina aramiya giştî”, “teşwîqkirina xwepêşanderan” û “propagandakirina li dijî rejîmê” hatiye girtin.

Setayeşî got: “Niha ev kes bi biryara girtinê ya demkî hatiye girtin. Setayeşî diyar kir ku dosyaya Haşimî li dozgeriyê ye û dê sewqî dadgehê bê kirin û diyar kir ku ji ber sûcê “propagandaya li dijî rejîmê” 15 meh cezayê girtîgehê li Haşimî hatiye birîn.

Back to top button