Kultur
Keça Kurd dixwaze xwarinên Kurdî li cîhanê bide nasandin
Her çende xwarinên Kurdî bi dewlemendiya xwe ve li Rojhilata Navîn de navdare, lê mixabin ji ber bê dewletbûna Kurdan û bindestiya wan, xwarinên Kurdan ji aliyê dagîrkerên wan ve bi navên cûda cûda hatine binavkirin û wekî xwarinên dagîrkeran hatine nasandin.
Şine Brahîm (Shna Ibrahim) keçeke Kurde li ser torên civakî xwarinên Kurdî û Rojhilata Navîn dide naskirin û nihêniyên şêwaz û awayên çêkirina wan xwarinan jî parve dike.
Her çende Şine Brahîm mamostayê zimanî Ingilîzî, Almanî û Ispaniye li Brîtanya lê belê ew xwe wekî aşpêz dibîne û hez ji çêkirina xwarinê dike û dixwaze çanda Kurdî û xwarinên Kurdî li rêya torên civakî ve bi cîhanê bide nasandin.