Nivîsar

Kê fermana kujtina Ferîd da?

22 Tesrînê 1978, KÊLÎKEK JI SERÊ SIBÊ:
-’’Ji rojan rojekê payîza Swêregê bû, payizek nerm û hûnik. Pelên daran yên rengzere li ser gûlîyên xwe li ba dibûn û diweşîyan.
Wê rojê, weke hertim Ferîd ji xew rabû, bi xanima xwe Ruhsar û qîza xwe Yekbûnê ra taştiya xwe kir û ji malê derket. ’’

22 Tesrînê 1978, KÊLÎKEK JI DÛ NÎVRO, LI DOR SAET 15:00an
-’’Gava Ferîd li zîla derîyê xist, min jê re derî vekir. Çawa Ferîd ket hundir, Yekbûnê xwe avêt himbêza wî. Berê ku Ferîd were malê, wê xwe hazir kiribû, ji siwarbûna erebeyê hez dikir, hela gava bi bavê xwe re li erebeyê siwar dibû, ji kêfan difiriya. Wê rojê, heta bavê wê hat malê, belkî pêncî carî ji min pirsî, bavê wê dê kengê were malê? Min ji Ferîd re got, tu û Yekbûnê biçin jêrê, ezê jî li pey we dakevim jêr. Ferîd Yekbûn girt himbêza xwe û daketin jêrê.’’

22 Tesrînê 1978, KÊLÎKEK JI DÛ NÎVRO, LI DOR SAET 15:00an
-’’Ez ji erebeyê daketim û li ber derîyê pêş yê alîyê çepê, li ser pîyan sekinîm. Berê min ber bi derîyê apartmanê bû. Di wê kêlîkê de, yek ji apartmanê derket, li ser milê xwe yê rastê zivirî û ber bi paşîya apartmanê çû.
Li pey wî kesî, Ferîd ji apartmanê derket. Li pêşîya wî Yekbûn dimeşîya, emrê Yekbûnê sê-sal nîv bû. Bala min û hevalan çû ser Ferîd û Yekbûnê. Gava gihaştin ber erebeyê, Ferîd hewil da ku Yekbûn, li pêşîyê li gel Huseyin rûne. Yekbûnê nexwest li gel Huseyin rûne, dest bi mizmizê kir û girîya. Wê dixwast di himbêza bavê xwe de rûne. Ruhsar hîna ji apartmanê derneketibû, ji nişka ve dengê teqîna demançê hat, min li cîyê ku dengê teqînê jê dihat mêze kir. Ew kesê ku bîstik berê ji apartmanê derketibû û li ser milê xwe yê rastî zivirîbû û ber bi paşîya apatmanê çûbû, nuha ji qozîya din ya apartmanê derketibû pêş û gule direşand ser Ferîd. Paşîya Ferîd bi kujer da bû, Ferîd wî nabîne, li dor heyşt gule li pişta Ferîd ketin, Ferîd di cîyê xwe da hat xwarê, Huseyin jî ji qoltixa pêşîyê ket erdê.’’


Kê fermana kuştina Ferîd da? PKK.


Kê fermana kuştinê ji kujerên xwe ra teblîx kir? Mazlum Dogan.


Kujer kî bûn? Emin Dal û Ali Yaverkaya.


Ferid Uzun kî bû? Ew Kurdistan bû.

Paşa Uzun / Ji rûpela FB

Back to top button