Civak

Karsazên Amedê berê xwe didin Dihokê

Temer Remezan Parêzgerê‌ Dihokê pêşwaziya şandekî Jûra(Odeya) Bazirganî û Pîşesaziya Diyarbekir ya bi Serokayetiya Mihemed Tekîn kir.

Di hevdîtinê da behsa tevgera bazirganî û pîşesaziya li deverê bi taybetî pîşesaziya çandinê hate kirin û ji aliyê xwe ve Serokê şandê diyar kir ku armanc ji serdana wan ya Kurdistanê ewe têkiliyên bazirganî û pîşesazî di gel jûrên bazirganiyên Herêma Kurdistanê bi giştî û jûra bazirganî û pîşesaziya parêzgeha Dihokê bi taybetî dirust bikin û çalakiyan bikin ku rolekê berfireh û baş di avakirina deverê da ji hemî aliyekî ve bibînin û ew dixwazin bi rêjeyeke berfireh bikin û beşdarî veberhênan û pîşesaziyê û çandinê da beşdar bikin.

Ji aliyê xwe ve parêzgerê‌ Dihokê balkişandin li ser wê qebareya bazirganiya ku Herêmê di gel welatê Tirkiye heye û diyar kir ku ev qebare sal bi sal berfireh dibe û xwest ku ew tevgerek bikin rêjeya beşdariya xwe di vê bazirganiyê da zêde bikin.

Back to top button