Polîtîk

Karayilan: Bi vîdeoyekî ji dev çekan nayê berdan..!

Piştî serdana heyeta Partiya DEM’ê ya Îmraliyê û pêvajoya pêwendiya bi siyasetmedaran re geşedanên nû berdewam dikin. Hevserokê DEMê Bakirhan îdiakir ku, dê Ocalan 15ê Sibatê banga xwe bike. Piştî vê rûdanê endamê rêveberiya PKKê Murat Karayilan jî di medya PKKê de daxûyaniyek da.

Hêja banga muhtemel ya ku Ocalan bide nehatî kirin, bi awayekî Qendil bersiva dide. Daxûyaniya Karayilan jî di vê çerçovê de ye.

Murat Karayilanê di derbarê banga Ocalan de dibêje:, “Gelo ev bi yek bangewaziya Ocalan ku bêje dev ji çekan berde wê biqede?” Karayilan dibêje ku, bê ku Oacalan bixwe tevlî hevdîtina bibe, welê bi videoyekî ev yek nabe.

Karayilan berdewamiya axavtina xwe de dibêje: Ji berî hertiştekî gerek Ocalan daxwaziya kombuna kongreyekî ya PKKê bike û ew bi xwe jî di kongreyê de amade be heta ev pirs bê rojevê.

Qendil ji nihave ji bo banga muhtemel a Ocalan  xwe amade dike. Qendil ji Ocalan behtir di bin bandora Îranê û hinek aliyên din de ye. Bê guman dê bi banga Ocalan di nava PKKê û aliyên girêdayî PKKê de pêvajoyek din destpê bike.. Lê hêja ne diyare ka dê ev pêvajo bi çi awayî bibe.

Back to top button