Civak
Kampa duyemîn a koçberan li Herêma Kurdistanê hat girtin
Wezîrê Koç û Koçberan ê Iraqê Îvan Faîk ragihand ku kampa koçberan a duyemîn li Rêveberiya Herêma Kurdistanê hat girtin.
Di daxuyaniya Wezareta Koç û Koçberan de wiha hat gotin: “Di çarçoveya fermana Serokwezîr Mihemed Şîa Es-Sudanî ya ji bo girtina dosya koçberên li welêt, Wezîrê Koç û Koçberan Îvan Faîk kampa koçberan a li parêzgeha Silêmaniyê girt”.
Herwiha di daxuyaniyê de hatiye gotin ku piştî 170 koçber vegeriyane parêzgeha Selahedîn, kampa Erbetê bûye duyemîn kampa ku ji sala 2014ê ve li Herêma Kurdistanê hatiye girtin.