Pentagon dê sîstema berevaniya asmanî bide Herêma Kurdistanê

Di bûdceya berevaniyê ya sala 2024an de ku ji aliyê Kongreya Amerîkayê ve hatiye qebûlkirin, bi giştî 398 milyon dolar ji bo şerê li dijî DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatiye veqetandin. Di vê çarçoveyê de li dijî êrîşên hewayî yên bêfirokevan û mûşekî yên li dijî Iraq û Herêma Kurdistanê dê sîstema berevaniya hewayî were terxankirin.
Îsal 242 milyon dolar ji bo beşa Iraq û Herêma Kurdistanê hatiye terxankirin ku par ev 322 milyon dolar bû.
Di pêşnûmeya qanûnê de hat gotin ku divê Wezareta Berevanî û Derve ya Amerîka planeke hevbeş ji bo dabînkirina sîstemên berevaniya esmanî bo Herêma Kurdistanê û Iraqê heta 1ê Sibata sala bê ji bo bersivdana êrîşên firokeyên bê firokevan û mûşekan amade bike.
Di pêşnûmeya qanûnê de tê xwestin ku Pentagon 90 roj piştî amadekirina planê dest bi cîbicîkirina planê bike û Wezîrê Parastinê jî nîvê salê derkeve pêşberî Kongresê û li ser çawaniya cîbicîkirina planê agahiyan bide. Pêşnûmeya ku ji hêla Kongreyê ve hatî pejirandin, divê ji hêla Serok Biden ve were îmze kirin.