Kal û pîrên kurd
Di çax û demên xwex da ji ber kar û barên dinyayê pir diwestin û kul û derdê jiyan ê dikşînin. Gava temenê wan bi ser pêncî dikeve, xwe kal û pîr his dikin.
Meriv bala xwe dide kal û pîrên biyanî, meriv şaş û matmayî dibe, ji berk û ew ji extîyarên me çêtir li ser xwe ne ango çêtir li xwe dinerin. Lê belê wan weke Kurdan jiyaneke xemgînî û bi zilm û zorî nekişandiye. Malbata her kurdekî, di yan şehî dane, yan yekî wan li çiyan e, yan feqîr û belengaz, an derdê îşkence û hepsan kişandiye yan jî karê dar û daristanan, karê ajalan ûwekî in kiriye.
Jina Kurd jî gelek zarok anîne, bi xwedîkirina zarokan re jî kar û barê malê kiriye, her weha di jiyana xwe de her kul û derd jî kişandiye.
Di çand û diroka Kurdan de xemxwarî, hêstdarî û liberketin gelek e. Dema yek li gund an li taxekê, yan jî di malbatekê de ku bimre, vegirtina şînê bi mehan, bi salan didome û qehrê dikêşin. Kesên ji malbata mirî naçin şahiyan, cil û bergên xweşik li xwe nakin,li ser bûyerê yan li ser mirinê stran ibêjin û bi xem û girîn hertim heye.
Ji ber fedî û şermê jî, jiyana xwe hêsan nakin. Hêjî hinek pîrejinên me li ber zilaman xwarin naxwun û heke nexweşiyake wan a jinatiyê jî hebe bi hêsanî nabêjin.
Extîyarên me rind li xwe nanerin, li meşa xwe, li rewşa xwe, li xemla xwe, li xwarin û vexwarina xwe girîngîyê wernagirin, him ji ber feqîriyê him jî xwe hêsan his nakin.
Ji ber wê jî kalemêr û pîrejinên me zu dikevin û nexweşiyên giran werdigirin, hinek ji wan bi zorê radibin û jiyana xwe bi zehmetî didomînin. Lê li welatên biyanîyan, kal û pîrê wan cilên werzişê li xwe dikin û dibezin. Yan jî bi qetikê kuçikekî yan pisîkekê girtine û derketine li parqan dimeşin, derdan ji xwe re çênakin, pîrejinên wan jî çi dibe bila bibe rûjê ji lêvên xwe kêm nakin û li her pêwîstîyên xwe miqate dibin. Evên wisa dema yekî ji malbata xwe hunda bikin, şîna wan herî zêde du roj an sê roj in.
Mirovê Kurd, temenê wan hinekî mezin bibe, êdî her tişt ji wan re eyb û şerm tê hesêb. Êdî li ber dergûşan an jî li qozîyeke malê rûdinin û bi şev û roj li limêja xwe dikin û li bendê mirana xwe dimînin.
Zînê Amedî