Faruk Kaymakçi Balyozê Tirkiye li Iraqê li hevpeyvîneke taybet de dide zanîn ku li Kurdistanê 1300 şîrketên Tirkî kar dikin û da zanîn ku Herêma Kurdistanê ji bo şîrketên Tirkî qonaxeke serkeftinê ye.
Kaymakçi dibêje: Şîrketên Tirkî ji Kurdistanê dest bi kar kirin û belavî hemû Iraqê dibin. Li vir ezmuneke baş û tecrubeyeke baş werdigrin û li hemû Iraqê belav dibin. Dema ku ez dibînim Hewlêr, Silêmanî û Dihok pêş dikeve, ez bawerim dê herêmên din jî wekî vir pêş bikevin.
Her wiha Kaymakçi dide zanîn ku li Kurdistanê 1300 û li Iraqê jî 300 şîrket bi giştî 1600 şîrketên Tirkî li Iraqê kar dikin. Serkeftina wan encama siyaseta derveya Tirkiyê ye.