Civak

Kadroyek PKKê karkerek kuşt

Kadroyekî PKK bi navê “Heval Serhed” xortekî Kurd (bavê 4 zarokan) li Kobanî kuşt

Kemal Ehmed, bavê Mihemed Ehmed ji Kobanî ragihand ku kadroyekî PKK bi navê Heval Serhed kurê wî yê 40 salî ku bavê 4 zarokan bû, bi klaşnîkovê kuşt û kesekî din jî giran birîndar kir.

Kemal Ehmed got, tu problemeke kurî wî tune bû, wî û Serhed bi gotinan li ber hev da bûn, piştre jî Serhed klaşnîkov kişandibû û ew gulebaran kiribûn û reviya bû.

Kemal Ehmed got, Heval Serhed kadroyekî PKK bû û ji bakurê Kurdistanê bû û karkerê înşaatê bû.

 

(avestakurd)

Back to top button