
Serokê Libya Muamer Kadafî,li Tarblusê bersiva cîhanê da. Kadafî di televizyonê de axvtinek kir. Wek tê zanîn Amerîka keştiyên xwe yên cengî rêkirine nêzikî Lîbyayê, Neteweyên Yekgirtî û welatên Yekitiya Ewropa ji Kadafî dixwazin ku ew ji dev desthilatdariyê berdê. Heta di vê dema dawî de ihtimala ku midaxaleyek leşkerî jî çêbibe anîn rojevê.
Li ser vê yekê û bûyerên li Libya çêdibin, Kadafî cara sêyem derket televizyonê û axavtinek kir. Kadafî got: Sîstema Libyayê sistema gel e, kesekek nikare li dijî sîstema gel raperînê bike. Herweha wek caran Kadafî, bersiva Amerîka û welatên Ewropa da û got, Ez ne kesayetikim ku li ser daxwaziya hinek kesan ji dev desthilatdariyê berdim.Îktidara Libya destê xelkê de ye.
Kadafî: “ Ez terka welatê xwe nakim, emê şerê xirabiyên li dijê gelê Libya bisekinin. Ev tiştên ku dibin hemî karê El Qaîde ye. Kadafî got, Ez ji dest desthilatê bernadim , ew kesên destê xwe dirêjê me bikin, emê çavên wan derêxin.