Kabîneya şer biryar da ku bersiva êrîşa Îranê bide
Medya Îsraîlî ragihand ku kabîneya şer biryar daye “bi zelalî û bi bandor” bersiva êrîşa esmanî ya Îranê bide.
Di nûçeya televîzyona Kanal 12 de hat gotin ku kabîneya şer biryar daye bi awayekî zelal û bi bandor bersivê bide êrîşa Îranê û hat gotin ku wê berteka Îsraîlê bi qasî “êrîşa Îranê mezin be bê”.
Di nûçeyê de hat gotin ku Îsraîl naxwaze “bersiva” wê ya li hember Îranê bibe sedema şerekî herêmî yan jî parçebûna koalîsyona ku li dijî êrîşa Îranê alîkariyê dike û Îsraîl dixwaze bi DYA yê re li hev bike.
Kanal 12 di raportek berê de amaje bi wê yekê kiribû ku di civîna civata wezîran de, bijardeyên cûrbicûr li hember êrîşa Îranê hatine gotûbêjkirin û her yek ji wan bijardeyan êrîşek tolhildana li dijî Îranê ye.
Fermandarê artêşa Îsraîlê Halewî: Wê ji êrîşa mûşekî re bersiv bê dayîn
Fermandarê artêşa Îsraîlê Herzî Halevî jî diyar kir ku ewê bersiva êrîşa mûşekî ya ya Îranê bidin.
Orgeneral Herzî Halevî roja Duşemê gotibû ku ew gavên ku wê Îsraîl bavêje dinirxîne, lê teqez kir ku wê êrîşa Îranê bê bersiv nemîne”.