Kultur

Jîva TVê a hewramî dest bi weşanê kir

Emîn Hacî rêveberê televîzyona nû ya bi hewramî ya binavê Jîva di daxuyaniyekê de eşkere kir ku,  televîzyona hewramî ya Jîva dest bi weşanê kir. 

Emîn Hacî, ji AKnewsê re got

Îro (duhî) saet 17:00ê televîzyona Jîva bi zaraveyê hewramî dest bi weşanê kir û dê bo deverên Hewraman, Helebçe û Şarezûrê bernameyan pêşkêş bik.

Dê di demek kurt de ji bo devera Xaneqîn û Kurdistana Îranê jî weşana xwe berfireh  bike. Her wiha televîzyna me li ser hêla înternetê jî bi zindî weşanê dike. 

Rêveberê televîzyona Jîva, ragihand ku, du sal bû wezareta navxwe ya herêmê nedihişt ew televîzyon dest bi weşana xwe bike, lê bi hewlên hinek kesên dilsoz, ev yek hat qebûlkirin û wezareta rewşenbîrî, 4ê tîrmeha 2011ê destûra vekirina televîzyonê da. 

 

Hacî di berdewamiya daxuyaniya xwe de behsa bername û armancên televîzyona Jîva kir û got:

Di vê televîzyonê de, dê piranî bernameyên kulturî yên  li ser kultura deverên hewramî yên Kurdistanê bên weşandin û hemû karmendên Jîva TVê  jî bi awayekî bêberamber kar dikin.

Malpera Jîva TVê:

http://www.zheway.com

 

Back to top button