Jîva TV, TVêyek taybet bo hewramniyan
Wezareta rewşenbîrî û ciwanan a herêma Kurdistanê destûra vekirina televîzyoneke taybet bo devera Hewraman bi navê “Jîva TV” da.
Rêveberê giştî yê Jîva TVê Îbrahîm Hacî Zelmî, derbarê vekirina televîyonê de ji AKnewsê re got:
– Pştî du salên hewl û xebatê, me karî destûra weşan û vekirina televîzyonekê taybet bo devera Hewramanê ji wezareta rewşenbîrî û gêncan ya hikûmeta herêma Kurdistanê werbigirin.
Zelmî diyar kir ku, piştî meha Remezanê dê weşana test a Jîva TVê dest pê bike û weşanên Jîva TVê, dê taybet bo gund û bajarên Hewramanê ên herêma Kurdistanê û beşek ji devera Hewraman a Kurdistana Îranê be.
Di bersiva pirsekê de ku gelo vekirina vê televîzyonê nabe sedema navçegeriyê? Rêveberê Jîva TVê got:
– Nexêr, tiştekî wiha rû nade, ji ber ku em dixwazin bo hewramiyên Kurdistana Iraqê bernameyan biweşînin û dê zêdetir kultur û adatên devera Hewraman derxe pêş.